Li Serêkaniyê şehîd Ezîz Ereb hate bibîranîn

Welatiyên bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê şehîd navnetewî Ezîz Ereb di salvegera wî ya 32`emîn de bi bîr anîn.

Li Serêkaniyê şehîd Ezîz Ereb hate bibîranîn
17 nîsan, 2018   12:11

HESEKÊ

Nûnerên saziyên Civaka Sivîl tevî bi dehan şêniyên Serêkaniyê beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Merasîma ku li Navenda Waşokanî  bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê Rêveberiya TEV-DEMʹê Hacî Hesen axivî û bal kişand ser têkoşîna şehîd Ezîz Ereb.

Hesen da zanîn ku şehîd Ezîz sembola jiyana hevbeş û biratiya gelan e. Hesen diyar kir ku şoreşa Rojava bi ruhekî navneteweyî û jiyana hevbeş hate lidarxistin.

Merasîm bi dirûşmeyên ʺŞehîd namirinʺ bi dawî bû.

Şehîd Nadir Şêx Hesen (Ezîz Ereb) yekem ciwanê ku ji pêkhateya Ereb beşdarî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Şehîd Ezîz ji gundê Mêremînê yê kantona Efrînê ye.

(kc)

ANHA