HPG'ê nasnameya gerîlayên li Êlihê şehîd bûn eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li navçeya Qabilcewz a Êlihê di şer de şehîd bûn eşkere kir.

HPG'ê nasnameya gerîlayên li Êlihê şehîd bûn eşkere kir
HPG'ê nasnameya gerîlayên li Êlihê şehîd bûn eşkere kir
HPG'ê nasnameya gerîlayên li Êlihê şehîd bûn eşkere kir
HPG'ê nasnameya gerîlayên li Êlihê şehîd bûn eşkere kir
17 nîsan, 2018   11:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG‘ê derbarê mijarê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê de ev agahî hatin dayin:

"16'ê Nîsanê saet 14:45'an hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker ku li newala Deştanê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbû çalakiyek kirin. Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin û 3 leşker hatin kuştin.

22'ê Adarê artêşa TC a dagirker li herêma Qabilcewz a Êlihê dest bi operasyoneke berfireh kiribû. Di daxuyaniya 16'ê Nîsanê de me ragihandibû ku 3 hevalên me di vê operasyonê de şehîd bûn."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya gerîlayên şehîd bûne wiha ye:

*****

 Nasnav: Agît Baran

Nav paşnav: Arman Amedî

Cihê jidayikbûnê: Kirmanşah

Dayik-Bav: Şevket-Alî

Dem û cihê şehadetê: 22'ê Adara 2018'an / Êlih

******

Nasnav: Cûdî Dêrik

Nav paşnav: Kahraman Ahmet Dervîş

Cihê jidayikbûnê: Dêrik

Dayik-Bav: Rûkiye-Ahmet

Dem û cihê şehadetê: 23'ê Adara 2018 / Êlih

*****

Nasnav: Serdar Zana

Nav paşnav: Aydin Bîlîr

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Dayik-Bav: Halîse-Beşîr

Dem û cihê şehadetê: 23'ê Adara 2018 / Êlih