Êzidiyên Efrînê îsal nikarin Cejna Çarşema Sor pîroz bikin!

Bi hatina roja "Çarşema Sor" civaka Êzidî ya Efrînê nikarin îsal vê rojê pîroz bikin. Di vê çarçoveyê de Êzidiyên Efrînê derbarê êrîş û kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê, nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Êzidiyên Efrînê îsal nikarin Cejna Çarşema Sor pîroz bikin!
17 nîsan, 2018   10:44

CAFER CAFO – ROZANA DAÛD / ŞEHBA

Hejmareke ji welatiyên civaka Êzidî li ser zilm û zora artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derheqî wan de axivîn û tekez kirin ku ew îsal nikarin "Çarşema Sor" ango roja Sersala Kurdî pîroz bikin.

Ji aliyekî din ve jî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hemû cihên civaka Êzidi li Efrînê rûxandin. Yek ji wan cihên pîroz perestgeha Şêx Berekat a li ser çiyayê Şêx Berekat e. Êzidiyên Efrînê her sal bi boneya Cejna Çarşema Sor berê xwe didan wê perestgehê û rêûresmên xwe li wê derê pîroz dikirin. 

Di vê çarçoveyê de, çavkaniyan ji ajansa me re raghandin ku Êzidiyên ku li Efrînê mane artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê wan neçar dikin ku bibin musliman û li gundên Êzidiyan mizgeft werin avakirin. Yek ji wan gundan jî Qestel Cindo ye.

Ji aliyê xwe ve welatiya bi navê Zeyneb Cafer a ji gundê Feqîra yê herêma Cindirêsê got ku di salên berê de wan cejna xwe li Efrînê li gorî rêûresmên xwe pîroz dikirin, lê îsal ji ber kiriyarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nikarin vê cejnê pîroz bikin.

Zeyneb tekez kir ku ew ê heta dawiyê li gorî ola xwe bimeşin û dev jê bernadin û diyar kir ku hêviya wan heye ku di sala bê de wê li Efrînê vegerin û li wê derê cejna xwe pîroz bikin.

Her wiha welatiyê bi navê Musefa Hisên ê ji gundê Eyn Dara yê girîdayî navçeya Şêrawa destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kîna wan li hember civaka Êzidi heye û ev tişt anî ziman,"Ev yek li Şengal diyar bû û niha jî vê yekê li Efrînê jî dûbare dikin. Dixwazin me qir bikin. Ji ber vê yekê em nikarin ku  cejna xwe pîroz bikin  û serdana cihên xwe yên pîroz bikin."

Girêdayî mijarê welatiyê bi navê Esed Marko yê ji gundê Feqîra got ku roja Çarşema Sor sibê ye û wiha pê de çû,"Em bi ola xwe ser bilind in. Di vê rojê de em serdana cihên xwe yên pîroz dikin. Civak Êzidî tu carî êrîşe tu olên din nekiriye. Lê niha em ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rastî zextan tên û armanca wan ku me qir bikin." 

Marko di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nikarin cejna xwe  pîroz bikin û beramberî vê yekê hemû cîhanê çavên xwe girtiye.

(bx)

ANHA