Xaç wê jinûva li dêra Serciyos û Baxos ên Tebqayê were danîn  

Werşeyên girêdayî Buroya Xizmetguzariyê ya Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê bi armanca ji nûve dayîna xaçê li Dêra "Serciyos û Baxos" a ku dikeve taxa Sêyemîn a bajarê Tebqayê, dest birakirina bermahiyên şer ji dêrê kirin.

Xaç wê jinûva li dêra Serciyos û Baxos ên Tebqayê were danîn  
Xaç wê jinûva li dêra Serciyos û Baxos ên Tebqayê were danîn  
Xaç wê jinûva li dêra Serciyos û Baxos ên Tebqayê were danîn  
Xaç wê jinûva li dêra Serciyos û Baxos ên Tebqayê were danîn  
17 nîsan, 2018   09:56

UDEY EL-EHMED / TEBQA

Beriya ku bajarê Tebqayê di 10`ê Gulana 2017`an de, ji aliyê şervanên QSD`ê ve were rizgarkirin, dêra Tebqayê a Xiristaniyan  ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hate xerabkirin, xaça wê jî hate xistin û deriyê wê li pêşiya malbatên xiristiyan hate girtin.

Ji ber ferq û cûdatiya ku çeteyên DAIŞ`ê dixistina navbera olan de, dayîna xaçê li dêra Tebqayê girîngiya wê heye, ji ber ku  çeteyên DAIŞ`ê li bajarê Tebqayê hemû cihên pîroz ên civaka Êzidiyan, Elewiyan û Îsmayîliyan hilweşandin.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê bi wesîleya ji nûve dayîna xaçê li dêra bajarê Tebqayê wê şahiyekê lidar bixe. Saziyên civaka sivîl û malbatên Xiristiyan ên bajarê Tebqayê wê beşdarî  şahiyê bibin.  

Ji nûve dayîna xaçê li bajarê Tebqayê tê wateya aştî û biratiya di navbera hemû pêkhate û olên herêmê de. Her wiha têtekez kirin ku biratiya gelan yek ji nirxên QSD`ê yê herî giring e.

(bx)

ANHA