Li Efrîn binpêkirin, talankirin û siyasetên parçekirinê – 1

Rastiya polîtîkeyên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yê ji El-Qaîde û DAIŞ‘ê roj bi roj eşkere dibin. Wekî tê zanîn ku dewleta Tirk di warê leşkerî de di rêza duyemîn a NATO‘yê de ye û di cîhanê de ya 7‘emîn e. Tirkiyê di êrîşên xwe yên ser kantona Efrînê têknîka herî pêşketî, ji balafir, kobera, tankên liyobar ên almanî, moşekên katyoşa, obus bi kar anîn. Piştî dagirkirinê dest bi talakirinê kirin.

Li Efrîn binpêkirin, talankirin û siyasetên parçekirinê – 1
Li Efrîn binpêkirin, talankirin û siyasetên parçekirinê – 1
17 nîsan, 2018   05:40

ROJ MÛSA – EKREM BEREKAT / NAVENDA NÛÇEYAN

Wekî gaveke ji bo zindîkirina xeyalên osmaniyan û dagirkirina hêrêmên Rojhilata Navîn û Bakurê Afîrqiya, dagirkeriya Tirkiyê di şexê Serokê AKP‘ê Receb Teyib Erdogan beşek ji xaka Sûriyê dagir dike, piştî ku gundewarên bakur û rojhilatê Helebê, berî xwe da Efrînê. Em di vê dosyayê de behsa kiryarên dizî û talakirinê yên çete û leşkerên dagirkeriyê Tirkiyê li Efrînê bikin.

Li Heleb û Şehbayê dizî û talankirin

Dizî û talankirin ji taybetmendiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ne. Tecrûbeyên duyemîn mezintirîn artêşa di NATO‘yê de di dizîkirin û talankirnê hene, kargehên Helebê şahidiya van kiriyan kir. Dagirkeriya Tirkiyê di dema ku gundewarên Helebê dagirkiribû alavên giran ên kargehên wê dizîn û li bazarên bajarê Dîlokê û Kilisê şûxulandin. Di salên 2014 û 2015‘an de, rûyê rast ê Tirkiyê li Helebê derket holê; Tûgeyên Sûltan Mûrad û Sûltan Mihemed El-Fatih ên ku li kêleka Tirkiyê Efrînê dagirkirine ji aliyê dewleta Tirk ve hatine avakirin, kiryarên wan ên talakirina Helebê di belgeyan de eşkere bû.

Sînaryoyên ku çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker li gundewarên bakur û rojhilatê Helebê pêk anî bûn li Şehbayê dûbare kirin. Dagirkeriya Tirkiyê 14‘ê Tebaxa 2016‘an, bi navê şerê li dijî DAIŞ‘ê bajarê Cerablus dagirk kir, wekî tê zanîn dewleta Tirk bêyî ku bi DAIŞ‘ê re şer bike derbasî Cerablusê bû, paşê jî Bab li başûr û li rojava jî Mari dagirk kir. Artêşa dagirker bi navê şerê li dijî DAIŞ‘ê mal û milkên şêniyên Şehbayê talan kirin û hemleyên girtinê derheqê sivîlan de da destpêkirin. Lê eşkere bû ku ev hemû şanoyek bû, di encamên rêkeftinên AKP‘ê û Rûsya ye de rê ji Tirkiyê re hate vekirin ku Sûriyê dagir bike, li beramberî ku Rûsiya bargehan li bajarê Helebê ava bike.

14 mîlyon darên zeytûnan, bi sedan kargeh û riyên bazirganiya herêmî

Efrîn di nava 7 salên şoreşa Sûriyê de, di aliyê bazirganî de wekî navenda bazirganiyê hate dîtin.

Kantona Efrînê ku gundewarên bakur û rojavayê Helebê bi gundewarên bakurê Idilbê ve girêdide bû bazara bazirganiya berhemên çandiniyê yên ji Efrînê û herêmên din ên Sûriyeyê û aktoreke girîng e ku bedaet di riya du deriyên sereke Qetma ya navçeya Şera û Xerzawiya ya navçeya Şêrawa derbasî herêma Idlib, Dare Ize ya Helebê dibin.

Efrîn bi kargehên xwe yên sabûn û givaştina zeytûn û bîrîn navdar e. Bi destpêka şoreşa Sûriyê re, ji herêmên cuda yên Sûriyê ji ber şer xwe li Efrînê girtin, li vir êdî abor geş dibe, kargehên dirûtinê, şîrketinê veguhestinê û hwd.. hatin vekirin.

Diziya mirîşkan ji şerê leşkerî girîngtir e

Li gund û navçeyên kantonê yên dagirkirî, dizî, talankirin û girtina sivîlên ku fermanên dagirkiriyê pêk neyîn bi aweyekî eşkere didome.

Ji roja yekemîn a êrîşên dagirkeriya Tirkiyê ve ku roja 20‘ê çile dest pê kir, çete û leşkerên artêşa Tirk êrîş birin ser gundên li ser sînor ên eniyên Raco û Bilbilê û dest bi talankirina milkên gundiyan kirin, dîmenên dizîkirina mirîşkan ku belav bûne, vê yekê eşkere dide xuyakirine.

Şaxa zeytûnê jî dizîn

Çeteyan her wiha terektor, alavên çandiniyê, erebeyên sivîlan, zeyta zeytûnan dizîn û malên gundiyan talan kirin. Diyar e ku armanca dagirkirinê di serî de dizî û talankirin e.

Çeteyan gundên li ser sînor talan kirin û dizîn. Li gel van kiriyarên xwe jî bê şermî wêneyên xwe dikişandin û li ser tevna civakî belav dikirin, her wiha malên ku dizî li hebin jî nîşan dikirin. Dizî û talankirin jî têra wan nekirin ku kîn û hêrsa xwe ya li dijî Kurdan vala bikin, di heman demê de jî komkujî pêk di anîn. Dîmenê qetilkirina welatiyekî ku qebûl nekir terektora xwe bide dagirkeran, nîşaneya vê gotinê ye.

(bb)

ANHA



" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen>