Meclîsa malbatên şehîdan bi malbatên şehîdan ên Efrînê re civiya

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantonên Efrînê û Şehbayê bi malbatên şehîdan ên kampa Berxwedan da civiyan. 

Meclîsa malbatên şehîdan bi malbatên şehîdan ên Efrînê re civiya
16 nîsan, 2018   16:49

ŞEHBA 

Civîn li kampa Berxwedan a dikeve navçeya Fafîn a girêdayî Kantona Şehbayê bi tevlîbûna malbatên şehîdan ên kampê dest pê kir. Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantonên Şehbayê û Efrînê Bêrîvan Şaristan axivî, rewşa siyasî û berxwedana Efrînê nirxand û wiha got, ʺDewletên derve di êrîşên li ser herêma Efrînê de piştgiriya Tirkiyeyê kirin. Zarokên ku li aliyê dagirkeriya Tirk ve sêwî bûn, dê hesab ji kujerên dayîk û bavên xwe bixwazin.

Şaristan anî ziman ku berxwedana Efrînê di rûpelên dîrokê de cih girt da zanîn ku berxwedana şervanên YPG/YPJʹê ya rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriyê berdewam e.

(mm)

ANHA