Tevgera Azadî bêdengiya li hember komkujiya Şêladizê protesto kir

Tevgera Azadî komkujiya Şêladizê ku ji aliyê dewleta Tirk ve 3 kes hatin qetilkirin, şermezar kir. Tevgerê diyarkir ku êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser gelê Kurd nayê pejirandin, bêdengî û bê helwestbûn jî cihê şermezariyê ye.

Tevgera Azadî bêdengiya li hember komkujiya Şêladizê protesto kir
16 nîsan, 2018   16:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya rêveber ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistan daxuyanî di derbarê komkujiya sê birayên ku li Şêledizê di encama bomberanê de hatîn kuştin de da.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Em wek Tevgera Azadî bi tûndî êrîşa faşîstane ya AKP-MHP’ê şermezar dikin. Em bê helwestbûna Hikûmeta Herêm û aliyên peywendîdar wek alîkariya jibo van êrîşên ser gelê me dibînin. Hikûmeta Herêmê û aliyên peywendîdar heya niha nekarîne li hember êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin. Nekarîne zextek netewî nîşan bidin.”

Daxuyaniya Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê wiha didoem; “Sedemê bêdengî û teslîmkariyê çiye? Divê raya giştî bi baldarbin. Êdî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a ser gelê me ne cihê pejirandinê ye. Bêdengî bûn cihê şermezariyê ye.”

Tevgera Azadiyê di dawiya daxuyaniya xwe de got; “Em sersaxiyê ji malbata her sê birayên li herêma Behdînan şehîd bûyîn re dixwazin. Em bang li gelê xwe dikin daku helwestek radîkal nîşan bidin, daku dawî li êrîş û dagirkeriyê were. Em dibêjin wê têkoşîn nehêle xwîna pîroz vala biçe.”