ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15- 04 -2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15- 04 -2018
15 nîsan, 2018   04:00

*Dê qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ'ê û gelê Efrînê were şopandin.

*Dê hemû çalakî, meş û xwepêşandanên ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakurê Sûriyê û cîhanê têne lidarxistin, wê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanekî YPGʹê li goristana Şehîd Dicle oxir dikin. Saet 16.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Jina bi navê F.A. ya ji Efrînê têkiliya bi hevjînê xwe û malbat wî re qut bû û diyar kir Artêaş Tirk dayîka hevjînê wê qetil kiriye û bang li rêxistinên navdewletî kir ku ku alîkariya wê bikin da ku çarenûsa hevjînê xwe nas bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Cîgirê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Efrînê Ebdulhemîd Mustefa diyar kir ku ku Efrîn a şêniyên wê ye û got: "Wê Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe û em ê vegerin warê xwe." (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên Efrînê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi guhertina dîmografiya Efrînê dixwaze careke din hebûna DAIŞ'ê li Sûriyê zindî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 JIN

*Jinên kantona Şehbayê diyar kirin ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye ferizkirin bi dawî bibe, ew ê bi hemû hêza xwe tekoşîn bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 KURDISTAN

*Welatiyên Şengalê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze komkujiyan li dijî welatiyên êzîdî pêk bîne û destnîşan kirin ku wê hêzên YBŞ û welatiyên Şengalê êrîşa dewleta Tirk a dagirker liber xwe bidin. Welatiyan her wiha bang li gelê kurd kirin ku hevgirtina xwe li dijî êrîşan xurt bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

*Şêniyên Efrînê yên  ji ber êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê neçar bûn malên xwe terik bikin li Şehbayê bi cih bûne, jiyana xwe bi hevkariya Rêveberiya Herêmî ya Navçeya Til Rifet birêxistin dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

*Efrîniyên ku ji ber bombebarana balafiran ên dewleta tirk a dagirker neçar man koçberê Kantona Şehba û heremên din ên Bakûrê Sûriyê bûn, bertek nîşanê rêveberên Partiya Yekitî, Îbrahîm Biro, Fuad Elîko dan û destnîşankirin ku rêveberên ENKS’ê yên di hembêza dewleta tirk a dagirker de ne xiyanetek mezin li gelê Efrînê kirin û dê hesaba vê xiyanetî bidin. 

CÎHAN

*Rojnameyên erebaî di hefteya derbasbûyî de bal kişandin ser biryara hêzên Rojavayî ya derbarê derbeya leşkerî ya li dijî rêjîma Sûriyê û hate destnîşankirin ku derbeya wan wê hevsengeyên hêza nede guhertin.  Rojnameyan her wiha destnîşan kirin ku Dewleta Tirk bi hevkara xwe Rûsiya re ixanet kir û li aliyê Amarîka sekinî. Rayedarên filistînî jî amadekariya gavên nû ji bo girtina Xeza dike.

ANHA