Li Minbicê şagirtên zimanê Kurdî hatin xelatkirin

Komîteya Perwerdeyê bi koordîneya bi Komîteya Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê re, 68şargirtên zimanê Kurdî xelat kirin.

Li Minbicê şagirtên zimanê Kurdî hatin xelatkirin
14 nîsan, 2018   15:01

MINBIC

Li Saziya Zimanê Kurdî ya bajarê Minbicê şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de Endama Dîwana Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Emel Dada, Hevseorka Komîteya Perwerdeyê Buseyna Hisên û Suhêl Walî, Wêrimenda Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Cemîla Ehmed û mamosteyên zimanê Kurdî amade bûn. 

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Saziya Zimanê Kurdî mamoste Ilham Necmedîn, bi navê Komîteya Perwerdeyê Xelîl Heyder û Endama Dîwana Meclîsa Zagonsaz Emel Dada axivîn. 

Axaftvanan yekemîn salvegera vekirina Saziya Zimanê Kurdî li Minbicê pîroz kirin û dane zanîn ku ev yek gaveke erênî ber bi avakirina jiyaneke hevbeş ve ye. 

Di şahiyê de koma Nifşên Pêşerojê straneke Kurdî gotin. Her wiha şanoya bi navê ʺÇalakiyên dibistanêʺ jî pêşkêş kirin. 

Di dawiyê de 68 şagirtên zimanê Kurdî hatin xelatkirin û bawername li wan hatin belavkirin. 

(mm)

ANHA