Derman kêm e û Metirsî heye keraseteke mirovî pêk were

Endamê Rêveberiya Heyva Sor a Kurd bang li aliyên berpirsyar kir ku bi lezgînî dermanan ji bo gelê Efrînê yê li Şehbayê re peyda bikin da kerasteke mirovî pêk neyê. 

Derman kêm e û Metirsî heye keraseteke mirovî pêk were
14 nîsan, 2018   04:19

ELÎ GEDRO – HENAN MIHEMED/ŞEHBA 

Piştî ku nexweşxaneya Avirîn rastî bombebarana balafirên Tirk hat û gelek birîndarên dihatin dermankirin şehîd bûn û gel berê xwe da Kantona Şehbayê, kadroyên tenduristiyê jî bi gel re derketin û li Şehbayê noqteyên tenduristiyê ava kirin.  

Kadroyên nexweşxaneyê û Endamên Heyva Sor a Kurd li Kantona Şehbayê 8 noqteyên tenduristiyê vekirin û xizmetên tenduristiyê pêşkêşî gelê Kantona Efrînê dikin.

Heyva Sor a Kurd diyar kir ku derman û alavên tenduristiyê li noqteyên tenduristiyê kêmin ji ber vê yekê nikarin nexweşiyên giran derman bikin. 

Derbarê mijarê de Dr.Emar Mihemed ji ANHAʹyê re axivî û da zanîn ku gelek nexweş serdana noqteyên tenduristiyê dikin lê ji ber kêm derfetan nikarin wan derman bikin.   

Dr. Emar banga lezgîn a alîkariyê li aliyên berpirsyar kir û xwest ku bi lezgînî derman û alavên tenduristiyê werin peydakirin da keraseteke mirovî pêk neyê. 

(mm)

ANHA