Binêrin dema Efrîniyek daxwaza milkên xwe dike çeteyên Erdogan çi tînin serê wî?

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ku para  xwe ji exlaqê mirovahî negirtine, ciwanekî Efrînê dema ji wan dixwaze ji mala wî derkevin û milkên wî vegerînin, bi awayekî hovane wî eşkece dikin.

Binêrin dema Efrîniyek daxwaza milkên xwe dike çeteyên Erdogan çi tînin serê wî?
13 nîsan, 2018   07:57

EFRÎN

Ciwanê bi navê Fereh El-Dîn Mihemed Osman ku yek ji şêniyên herêma Cindirêsê ya Efrînê ye, ji çeteyên Ceyş El-Şerqiyê daxwaz kir ku ji mala wî derkevin û milkên ku wan diziye vegerînin.

Lê çeteyên Ceyş El-Şerqiyê bi awayekî hov Fereh El-Dîn Mihemed Osman eşkence kirin û ji mala wî dernektin û tiştên ku dizîne venegerandin.

Ji roja ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kirine, bi sedan dîmen û belgeyên ku çete dizî talaniya Efrînê dikin derketin holê.

(kc)

ANHA