Ji kêliyên berxwedanê; Li şûna sîromê, bi zeyta zeytûnan birîna min derman bikin

Gotina şervanê birîndar a ‘Li şûna sîromê, bi zeyta zeytûnên Efrînê birîna min derman bikin‘ di bîra dayikeke Efrînê de ye. Dayik dibêje ku axaftina şervan hêz û moral dide wê.

Ji kêliyên berxwedanê; Li şûna sîromê, bi zeyta zeytûnan birîna min derman bikin
13 nîsan, 2018   07:27

EHMED REŞÎD / ŞEHBA

Meryem Bîlal a ji gundê Hec Xelîl ê herêma Racoyê ye, dayika du şervana YPJ‘ê Xemgîn Zîlan a ku di berxwedana taxa Şêxmeqsûd de şehîd bû ye. Dayika meryem şahidiya Berxwedana Serdemê ya Efrînê kir, behsa kêliyên berxwedaniya şervanan û piştgiriya gel dike.

Dayika Mereym wekî bi hezaran şêniyên gelê Efrînê ye ku bi  hemû hêza xwe piştgiriya şervanên kir û kêliyên berxwedanê bi bîr tîne.

Dayika Meryem, êrîşên rojên destpêkê destnîşan kir û tekez kir ku balafirên Tirk bi dehan êrîş anîn ser deverên zimetguziyê û binsaziya kantonê. Dayika Meryem got, "Di wê rojê de, em jinên gund civiyan da ku tedbîran bibgirin û çawaniya destekdayîna bi şervana re nîqaş bikin."

Dayika Meryem anî ziman ku wan xwarin ji şervanan re çêdikirin û di bin bombebaran û topbaranê de xwarin ji şervanan re dibirin eniyên şer û wiha anî ziman, "Dema em şervanan dibînin, em hêz û moralê ji wan digirin û girêdana bi xaka bi axa xwe ve bi xûrtir dike."

Dayika Meryem, hin axaftinên şervanan bi bîr xist û got, "Her birîndaran û şervanek çîrokeke xwe ya berxwedanê heye. Dema li nûqteyên tenduristiyê bûn, şervanek di pî û milê xwe de bi giranî birîndar bû, bi îşaretan di axivî, dixwest bêje ku ew naxwaze birîna wî were derman kirin, dixwest li eniyên berxwedanê vegere. Herî dawî got, ku li şûna sîromê, bi zeyta zeytûnên Efrînê birîna min derman bikin‘, ji bo ez zû rihet bibim."

Meryem hestê xwe di wê kêliyên de destnîşan kir û dibêje, "Hestê girêdana bi xaka Efrînê û zeytûnên wê bi hêztir bû. Lehengiya bi vê rengî min tu carî nedîtibû."

Gundê Hec Xelîl nêzî sînorê, rexmî vê yek jî, şêniyên gund, bi jin, zilam, mezin, biçûk û zarokên 40 rojan di gund li ber xwe didan, dayika Meryem girêdayê mijarê wiha dirêjî da axaftina xwe, "Piştî 40 rojan dagirkeriya Tirkiyê nêzî gund bû, êrîşên xwe dijwartir kir. em neçar man ku ji gund derkevin û biçin gundê Qasim. Dema em derketin şervanan bi hêz me oxir kirin."

Dayika Meryem Bîlal di dawiya axaftina xwe de got, Berxwedana Efrînê ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyê berdewam e, em di wê baweriyê de ne ku Efrînê wê rizgar bibe û em ê li warê xwe vegerin."

(bb)

ANHA