Li kampa Bexwedan du zarokan jiyana xwe ji dest dan

Ji ber rewşa dijwar a ku gelê Kantona Efrînê li Kantona Şehbayê dijî û paşguhkirina rêxistinên mirovî, du zarokên bi şîr jiyana xwe ji dest dan.

Li kampa Bexwedan du zarokan jiyana xwe ji dest dan
Li kampa Bexwedan du zarokan jiyana xwe ji dest dan
13 nîsan, 2018   06:55

ELÎ GEDRO – BASIL REŞÎD / ŞEHBA

Zarokên bi şîr ên bi navên Hemrîn Yûsif a 16 rojî 10ʹê Nîsanê û Emîne Nûr a 5 rojî jî 5 Nîsanê jiyana xwe ji dest dan. Herdû zarok ji gundê Meydan Ekbes a ji Kantona Efrînê ye. 

Herdû zarok bi nexweşiyên giran ketibûn, lê ji ber tunebûna alavên tenduristiyê Heyva Sor a Kurd nikarîbû wan derman bike. Rêxistinên mirovî jî rewşa zarokan ji nedîtî ve tê.

Endama Rêveberiya Heyva Sor a Kurd Rîm Qermo diyar kir ku ekîba Heyva Sor a Kurd bi hemû derfetên xwe hewl da zarokan derman bike l ji ber tunebûna dermanan û alavên tenduristiyê nikarîbûn jiyana zarokan xelas bikin. 

Rîm bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku ji bêdengiya xwe derkeve û rewşa zarokên Kantona Efrînê yên li ser Kantona Şehbayê dimînin, di ber çav re derbas bikin. Her wiha dermanan û alavên tenduristiyê pêşkêşî Heyva Sor a Kurd bikin.  

Rîm diyar kir ku bi sedan zarokên Efrînê nexwşin û alîkariya wan a lezgîn bi demankirinê heye.  

Bi hezaran gelê Kantona Efrînê ji ber êrîşên dagirkeriyê Tirk berê xwe dan Kantona Şehbayê. Ji ber vê Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê bi hevkariya Kantona Şehbayê kampa Berxwedan vekir. Lê kampê navendên tenduristiyê nîn in. Tenê Heyva Sor a Kurd li gorî derfetên kêm, xizmetên tenduristiyê pêşkêşî gel dike. 

(mm)

ANHA