Hemîd: Armanc dagirkirina Başûr û parçekirina Iraqê ye, ne tenê PKK`ê ye  

Niyaz Hemîd got,ʺ Armanca Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê ne tenê PKK û Herêmên Parastina Medyayê ne, lê belê armanca dagirkirina Başûrê Kurdistan û parçekirina Iraqê ye.ʺ

Hemîd: Armanc dagirkirina Başûr û parçekirina Iraqê ye, ne tenê PKK`ê ye  
13 nîsan, 2018   05:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Pisporê Karûbarên Rojhilata Navîn Niyaz Hemîd derbarê dagirkirina  dewleta Tirk herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê û banga KCK‘ê ya yekrêziya gelê Kurd ji ajansa me re axivî.

‘Dagirkirina Başûrê Kurdistanê, ji bo tevahî Kurdistanê xeter e‘

Niyaz Hemîd di destpêka axaftina xwe de got, " Ev banga KCKʹê ya di derbarê planên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê, ji bo Rojavayê Kurdistan jî bangawaziyek girîng e. Ji ber xeteriya dagirkirina Başûrê Kurdistanê,  ne tenê ji bo partiyek an jî parçeyekê Kurdistane, ev xeterî ji bo tevahî gelê Kurd û Kurdistanê ye.ʺ

‘Dewleta Tirk dixwaze van deveran bike destpêka dagirkiriyekî berfireh’

Hemîd êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê bi bîr xist û ev tişt got,ʺDewleta Tirk li gel destpêka dagirkirina Efrînê, operasyona herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê jî dest pê kir. Niha ji zêdetirî 25 km hatine nava axa Başûrê Kurdistanê. Dixwazin li hinek deverên Başûrê Kurdistanê baregehên leşkerî yên mayînde çêbikin. Dewleta Tirk dixwaze van deveran bike destpêka dagirkiriyekî berfireh. Dixwaze vê mebesta dagirkirinê pêk bîne  û ji van deverên baregeh lê avakirî ber bi herêmên din ên Başûrê Kurdistan ve biçe û dagirkirinê berfireh bike.ʺ

‘PDK`ê ji aliyê dewleta Tirk ve tê birêvebirin’

Niyaz Hemîd  bal kişand ser avakirina baregehên dewleta Tirk û MÎT`ê li Başûrê Kurdistanê û got,ʺ Dewleta Tirk 18 baregehên leşkerî di xaka Başûrê Kurdistan de ava kirine. Dema Seddam Hisên li bin ket baregehên MÎTʹê li nava bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê hatin bicihkirin. Bi van dixwaze tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir bike. Em dikarin bêjin ku partiya desthilatdar PDKʹê bi temamî hatiye dagirkirin û ji aliyê Tirkiyeyê ve tê birêvebirin. Dixwazin Hewlêr û Dihokê wek Cerablusê bikin.ʺ

ʹArmanca Tirkiyeyê parçekirina Iraqê yeʹ

Pisporê Karûbarên Rojhilata Navîn Niyaz Hemîd destnîşan kir ku armanca Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê ne tenê PKK û Herêmên Parastina Medyayê ne û wiha pê de çû,ʺTirkiye û cîhan jî baş dizane ku gerîla rojane li çiyayên Amanos çalakiyan dike. Ew çiya bi sînorên Tirkiye yê ve ne.  Ev tê wateya ku armanca Tirkiyeyê dagirkirina Başûrê Kurdistan û parçekirina Îraqê ye. Gerîla li Kerkûk nîne. Beriya çend rojan hinek terorîstên girêdayî AKPʹê li Kerkukê hatin kuştin. Dewleta Tirk dixwaze bi riya komên terorîst ên wek DAIŞ û komên sûnnî, Kerkûk û Mûsilê bixe bin kontrola xwe. Ev eşkere bûye ku êrîşên Tirkiyeyê  ne tenê li ser PKK’ê ye ji bo dagirkirin û mayîna vê herêmê ye.ʺ

ʹPêşîgirtina dagirkeriyê erka gelê Başûrê Kurdistanê yeʹ

Niyaz Hemîd da zanîn pêşîgirtina vê dagirkeriyê  ne tenê erka PKK’ê yê, erka tevahiya gelê Başûrê Kurdistanê ye û wiha dewam kir,ʺBi hemû aliyên siyasî, leşkerî û gel divê li hemberî vê dagirkeriyê rawestin. Başûrê Kurdistan parçeyek ji axa Iraqê û dewleta Îraqî jî neçare li gorî zagonan axa xwe biparêze. Hin kesên di nava PDKʹê de jî hevkarên vê dagirkeriyê ne.ʺ

Hemîd bal kişand ser giringiya yekîtiya neteweyî û ev nirxand kir,ʺLi gor fikrê min ger ku PKD‘ê ne be jî, divê hemû partiyên siyasî kom bibin û yekgirtinek netewî li dar bixin da ev dagirkerî bê rawestandin. Ev plan a AKP/MHP’ê ye. Plana dagirkeriyê ye. Heta niha gerîla bi tenê pêşiya vê dagirkeriyê digire û derbên giran li wan dide.  Lê ji bo têkbirana vê dagirkeriyê pêwîstî yekgirtin, alîkarî, piştgirî û biryarên bi wêrekî heye.ʺ

ʹDivê gelê Kurd kongreya neteweyî pêk bîneʹ

Niyaz got,ʺBê guman niha şerê cîhanê yê sêyemîn li Rojhilata Navîn birêve diçe. Dewleta netewperest a Tirk baş dizane di her şerekî cîhanî de nexşeya cîhanê tê guhertin. Ji ber wê jî bi hemû hêza xwe dixwaze bibe asteng ji bo destkeftiyên Kurdan. Naxwaze di guherînên li herêmê tên çêkirin de, Kurd bibin xwedî statu. Banga min li hemû Kurdên bi namûs ên li herêmê re heye ku piştgiriya kongreya netewî ya Kurd bikin.ʺ

‘Divê gelê Kurd pêşengtiya gelên herêmên bike’

Hemîd  got ku Ocalan Rêberê gelan e, fikir û îdeolojiya wî ji bo biratiya gelan e, tenê çareseriya pirsgirêkên herêmê di rêya biratiya gelan de dibe û wiha pê de çû,ʺBê ku ev proje bê fêmkirin em nikarin pêşiya planên qirêj ên Tirkiyeyê bigirin. Ji ber ku beriya hemû gelan yekem hedefa Tirkiyeyê gelê Kurd e. Divê destpêkê gelê Kurd li dijî van planan derbikeve, kongreya netewî pêk bîne û bibe pêşeng ji gelên herêmê re.ʺ

Pisporê Karûbarên Rojhilata Navîn Niyaz Hemîd di dawiya axaftina xwe de ev daxwaz kir,ʺHerî dawî ez dixwazim bêjim divê kongreya netewî ya Kurdan pêk were.ʺ

(kc)

ANHA