ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-04-2018

*Dê qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ û gelê Efrînê were şopandin.
*Dê hemû çalakî, meş û xwepêşandanên ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakurê Sûriyê û cîhanê têne lidarxistin, wê werin şopandin. ( BI WÊNE Û DÎMEN)
*Meclîsa Malbatên Şehîdan û şêniyên Kobanê wê serdana konê sersaxiyê yê Endamê Erka Xweparastinê Elaedîn Bozê yê dema erka xwe pêk tanî li Reqayê şehîd bû bikin, dikin û sersaxî ji malbata wî re dixwazin. 10.00 ( BI WÊNE Û DÎMEN)
*Êzîdiyên herêma Cizîrê wê bi armanca şermezarkirina binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derheqê Êzîdiyên Efrînê xwepêşandanekê li ber navenda NY'yî ya li Qamişlo li dar bixin. Dê li vir daxuyanî were dayîn. Saet 11.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)
*Şêniyên kantona Qamişlo wê li dijî êrîş û kiryarên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê û li dijî tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye ferizkirin, bimeş in. Meş wê ji çerxeriya Şehîd Osman Sebrî destpê bike. Saet 15.00 (BI WÊNE Û DÎ MEN)
*Kongreya Star li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo bi armanca nirxandina tecrîda giran ku dewleta Tirk a dagirker li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan feriz kirine, civîneke li dar bixe. Civîn wê saet di 11.00'an de li Navenda Çand û Hunerê were destpêkirin. Bi heman armancê wê Kongreya Star li Hesekê jî civînekê ji jinan re li sala Silko saet di 12.00'an de lidar bixe. ( BI WÊNE Û DÎMEN)
*Êzîdiyên Efrînê yên di Kampa Berxwedana ya herêma Şehbayê de dimînin diyar kirin ku artêşa Tirk malên wan numare dike û dişewitîne û dane zanîn ku di rewşa ku Efrîn di bin dagirkeriya dewleta Tirk e tu misogeriya ewlekariya wan a vegera Efrînê nîne. ( BI WÊNE Û DÎ MEN)
* Şêniyên Efrînê yên di Kampa Berxwedan a Şehbayê de dimîn in xemsariya rêxistinên alîkariyên mirovî di pêşkêşkirina alîkariyan ji kampê re, hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker e pênase kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)
DOSYA
*Derket holê ku xiyaneta endam, rêveber û serokên bi taybet ya Partiya Yekitî ya di Meclîsa ENKS’ê de ku piraniya wan li Stenbolê, Enqere, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê ne, ne tenê li Efrînê destpê kiriye. Beriya wê jî bi daxuyanî, kiryar û helwestên cûda Şoreşa Rojava reş dikirin û ev yek jî beriya şerê Kobanê bi awayekî vekirî gelê Kurd rastiya wan dît. BI WÊNE Û DÎ MEN)
POLÎTÎKA
*Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê îdayên ku rêjîm derbarê ihtîmala vegera wan a herêma Tebqayê derewand û got ev tenê îda û propaganda ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)
*Emced Osman da zanîn ku têkiliyên Tirkiyê û Rûsya li ser berjewendiyan in û got,ʺTirkiyê ji wan êrîşên hovane tiştek qezenc nekir. Êrîşên li ser Efrînê aboriya Tirkiyê xiste nava metirsiyê û ev mitirsî jî dewam dike. Ji aliyekî din ve jî, endamtiya Tirkiyê di NATO’yê ji aliyê gelek dewletan ve tê nîqaşkirin. Ev jî diyar dike ku Erdogan bi van êrîşên hovane li ser Efrînê tiştek bidest nexist.ʺ(BI WÊNE Û DÎMEN)
*Endamê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Hemîd Şêxmûs diyar kir ku kesayetên di partiyên di bin banê ENKS'ê de navê xwe wekî xayîn di dîroka gelê Kurd de nivîsandin. Ji ber ku piştgiriya xwe ya dagirkiriya dewleta Tirk re ev yek nîşan dan. (BI WÊNE Û DÎMEN)
CIVAK Û JIYAN
*Projeyên bexçeyên sergirtî yên navçeya Girkê Legê di sala xwe ya 5'an de pêwîstiyên sûka herêmê ji zebzeyên demsalên havînê û zivistanê pêk tîne, di heman demê de derfetên kar ji gelek welatiyan re peyda dike. (BI WÊNE Û DÎ MEN)
*Komîteya Jinûve Avakirinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê piştî xebatên temîrkirina tureya avê, ceyran, kanalizyonê û kenalên avê yên di bajarê Reqa û gundên wê pêk anîn, niha dest bi xebatên temîrkirina pirên anternatîf ên li ser Çemê Firatê kiriye, da ku pirsgirêkên welatiyan ên çûn û hatinê çareser bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)
*Kêmbûna baranê bandor li şêniyên navçeya Til Hemîs û gundên wê ku piraniya wan li ser berhemên çandinî debara jiyana xwe dikin, kir. Cotkaran û sewaldaran metisîna xwe derbarê kêmbarîna baranê anîn ziman û diyar kirin ku zirarek mezin îsal li wan bû ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)
ANHA