Dosya “BERXWEDANA SERDEMÊ û xiyaneta Partiya Yekitî” sibê dest pê dike

Dosyaya ku di pêvajoya êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya ser Efrînê de piştgiriya rêveberên Partiya Yekitî ya di nava ENKS’ê de ya ku bi komên çete re xiyanetê li gelê Efrînê dikin, di bin sernavê “BERXWEDANA SERDEMÊ û xiyaneta Partiya Yekitî” ku dê ji 5 beşan pêk bê, sibê dest pê dike.

Dosya “BERXWEDANA SERDEMÊ û xiyaneta Partiya Yekitî” sibê dest pê dike
10 nîsan, 2018   08:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê (Artêşa Sûriya Azad ʺASAʺ) ku girêdayîna wan bi çeteyên DAIŞ-El Nûsra ya El Qaîdê ne li ser Efrînê di 20’ê çileyê de dest pê kiribû û komkûjî pêk anîn didom e. Li dijî van êrîşan hêzên YPG-YPJ û gelê Efrînê bi “Berxwedana Serdemê” re berxwedanek bêhempa bersiv didan, hin kes û komên di nava ENKS’ê de xiyanetê li gelê xwe kirin û di aliyê qirkeran de cihê xwe girtin. 

Baş e ev kes û komên di nava ENKS’ê du ku tevlî êrîşa qirker a li ser gelê xwe bûne, îmze avêtine bin her cûre pêkanînên dijmirovahiyê ya li Efrînê kî ne? Kê an jî kîne yên li pişt van? Armanca wan çi ye, dîroka wan çi ye? 

Dîsa dewleta Tirk a ku dixwaze Efrînê di her cure pişavtinê, guherandina demografiyê û rêbazên qirkirê ji Kurdan paqij bike di 18’ê adarê de li Dîlokê qaşo “Meclîsa Sivîl a Efrîn” ava kirine, balkêş e ku navên Fûad Elîko, Îbrahîm Biro, Hesen Şindî ku di nava vê şebekeya xiyanetê de ne di avakirina vê “Meclîsê” de derbas dibe.

 Niha jî Kurdên ku li dijî her cûre dagirkeriyê, pişavtin (asîmilasyon) û qirkirinê têkoşînê didin tiştê meraq dikin, ev kesên ku li hemberê gelê xwe ewqas kîn, hêrs, nefretê dike û di ritama xiyanetê de asê mane kî ne? Ev unsurên ku di bin navê Partiya Yekitî ya di encûmena ENKS’ê de cih digirin, armanca wan a helwestek wiha çi ye? 

Herî girîng jî ENKS çawa ava bû, kî/ê di navê de cih girt, pişta xwe bi kê qewî dike û çawa hat heya roja îro?

Vaye bersiva van û gelek pirsên din di dosyayekî bi navê “BERXWEDANA SERDEMÊ û xiyaneta Partiya Yekitî” ku ji 5 beşan pêk were, hûn dikarin bişopînin. 

Dosyaya me ya ku dê sibê bê weşandin de di beşa yekemîn de derketina ENKS’ê, partiyên di navê de, armanca wan û helwest û sekina wan a heta piştî şerê Kobanê girtiye dest.

ANHA