Şêniyên Ên Îsa amadekariya şandina alîkariyan ji Efrîniyan re dikin

Şêniyên Ên Îsa beriya niha 2 beş alîkarî ji gelê Efrînê re şandin. Niha jî amadekariya şandina beşê sêyemîn a alîkariyan ji gelê Efrînê re  dikin. Karwanê alîkariyan wê di nava çend rojên din ji Girê Spî birêkev e.

Şêniyên Ên Îsa amadekariya şandina alîkariyan ji Efrîniyan re dikin
8 nîsan, 2018   13:23

GIRÊ SPÎ

Şêniyên Ên Îsa beriya niha 2 beş alîkarî ji şêniyên Efrînê yên ji berê êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê koçber bûne û niha li Şehbayê bi cih bûne, re şandin. Niha jî beşê sêyemîn ê alîkariya behev dikin. Tê payîn ku di nava çend rojande beşê sêyemîn jî ji şêniyên Efrînê re were şandin.

Alîkariyên ji aliyê şêniyên Ên Îsa têne berhevkirin, ji madeyên xwarinê cil, alavên malan û her wekî din pêk tên. Welatiyên Ên Îsa û gundên wê berê xwe didin konê berhevkirina alîkariyan û alîkariyan pêşkêş dikin.

Konê alîkariyan ji 22'ê adarê li navçeya Ên Îsa hatiye vekirin.

Hevseroka Mala Gel a Navçeya Ên Îsa Şehnaz Dawûd diyar kir kku di nava çend rojên pêş de wê beşê sêyemîn ê alîkariyan ji şêniyên Efrînê re bişîn in.

(dc)

ANHA