Piştî danûstendinan êrîşa li ser Dûma destpê kir, di meşa vegerê de qurbanî

Rojnameyên ereban diyar kirin ku DAIŞ'ê careke din li Sûriyê xwe komî ser hev dike, di heman demê de Amarîka ragîhand ku mayîna wê li Sûriyê heta demeke ne diyar e, li Filistînê jî hêzên Israîlî welatiyên tevlî "Meşa Vegerî" bûn, hedef girtin û qurbanî çêbû.

Piştî danûstendinan êrîşa li ser Dûma destpê kir, di meşa vegerê de qurbanî
8 nîsan, 2018   05:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Ereban di hefteya derbasbûyî de daxuyaniya Serokê Amarîka ya derbarê vekişandina Amarîka ya ji Sûriyê wekî mijar girtin dest, her wiha danûstinên di navbera Rêjîma Sûriyê û çeteyên Ceyîş El-Islam  jî wekî mijarek sereke hate rojevkirin. Meşa Vegerê ya gelê Filistînê jî wekî mijarek serke hate nivîsandin.

Amarîka hebûna xwe li Minbicê zêde dike

Rojnameyên ereban di hefteya derbasbûyî de bal kişandin ser gefên dewleta Tirk ên li ser bajarê Minbicê û hêzên Amarîka yên li Minbicê hatin bi cih kirin. Rojnameya El-Heyat derbarê mijarê de sernavê "Minbic ber bi şerê Amarîk-Tirkiyê ve" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de diyar kir ku ihtîmal heye ku Minbic bibe, navenda şerê Tirkiyê ûmarîka. Hêzên Amarîkî ewlekariyên xwe li Minbicê û Bakurê Sûriyê zêde kiriye, da ku besiva êrîşeke muhtemel a Tikriyê bide."

DAIŞ hêza xwe ji nû ve vedigerîne

Rojnameyan derbarê êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser herêmên rêjîmê nivîs nivîsandin. Rojnameya El-Heyet di 2'ê nîsanê de raporek bi sernavê "DAIŞ êrîşên xwe yên li dijî bargehên rêjîmê yên Dêrizorê zêde kiriye" avêt. Rojnemeyê destnîşan kir ku di encamêd e gelek rêjîma Sûriyê hatine kuştin.

Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî da zanîn ku DAIŞ'ê êrîşî zeviyên El-Şair ên neftê yên li gundên Humsê kir û derbarê mijarê de wiha got: "DAIŞ carekeke din li deriyên neftê li nîvê Sûriyê vedike. Hewl dide ku rêjîma sûriyê û çekdarên piştgiriya wê dikin ji hev bixe. Şerên lêdan û revê bikar tîn in. Hejmarek leşkerên Rêjîmê dikuje û birîndar dike û direve."

Civîna sê alî ya Rûsiya, Tirkiyê û Îran

Di roja 4'ê nîsanê de civîna sê alî di navbera Erdogan,Bûtin û Rûhanî de hate lidarxistin. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê mijarê de sernavê "Lihevkirinên ku herêmên xwe yên demkî li Sûriyê çêbikin" avêt. Rojnameyê got ku lihavkirina di navbera Rûsiya û Tirkiyê de, her wiha itîfaqên di navbera Rûsiya, Tirkiyê û Îranê de li ser herêmên demkî ji xwe re li Sûriyê çêbikin li hev kirin.

Tramp ji biryara xwe vegeriya, Firansa bargeheke xwe li Minbicê vekir

Serokê Amarîka Trump ji biryara xwe ya vekişîna hêzên xwe ji Sûriyê vegeriya, vê yekê jî bandor li civîna sê alî ya Tirkiyê, Rûsiya û Îranê ku li Enqere hate lidarxistin kir. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê mijarê de sernavê " Biryara Tramp kaxet li Sûriyê tevlîhev kirin"

Rojnameyan her wiha dane zanîn ku Firansa wê Bargeha xwe ya leşkerî li Minbicê wê vebike. Rojanemeya El-Heyat derbarê mijarê de sernavê "Bargeha Firansî ya li Minbicê û şandeya Birîtanî ya ji bo têkiliyên demdirêj bi kurdan re" avêt. Rojnameyê got ku çavkaniyên nêzî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kirin ku wê Fransa di nava çend rojên nêz de wê bargeheke xwe ya leşkerî li Minbicê vebike, li nêzî bargeha Amarîka di xetên beranberî Tirkiyê û hevkarên wê dê were vekirin.

Rêjîmê dest bi êrîşa Dûma kir

Danûstendinên di navbera Ceyîş El-Islam û Rûsiya ya derbarê derketina ji Dûma têk çû. Hêzên rêjîma Sûriyê dest bi êrîşa Dûma ya paytexta Sûriyê Şamê kir. Rojnameya El-Ereb derbarê mijarê de sernavê "Rêjîma Sûriyê piştî têkçûna danûstendinan êrîşî Dûma kir."

Hilbijartinên Îraqê

Rojnameyên Ereban di hefteya derbasbûyî de bal kişandin ser rewşa Îraqê jî û bal kişandin ser hilbijartinên Parlamantoya Îraqê. Rojnameyê El-Ereb a Lundinî derbarê mijarê de sernavê "Sinî bi awayekî demkî piştgiriya Elawî dikin'  Rpkma,euî destnîşan kirk u di rojên derbasbûyî de nakokî di navbera lîsteyên derketine.

Bexdad hêzên pêşmerge li Kerkûkê bi cih dike

Rojnameyên ereban her wiha bal kişand ser bicihkirina hêzên pêşmergeyan li kerkûkê. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê mijarê de sernavê "Îraq: Artêşa Îraqê û Heşid Şehî riya Kerkûkê temîn kirin. Zext ji bo beşdarkirina pêşmergeyan" rojnameyê got ku di demên dawî de hêzên pêşmerge li Kerkûkê hatin bi cihkirin.

Israrîl welatiyên filistînê qetil kir

Derbarê rewşa Filistînê jî rojnameya vê hefteyê bal kişandin ser "Meşa Vegerê" û destnîşan kirin ku artêşa Israîlê gule li welatiyên Filistînî reşandin. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê mijarê de sernaêv "israîl tundî li dijî filistîniyan bikar anî" avêt. Rojnameyê destnîşan kir ku li ser herêma di navber Filistînê û Artêşa Israîlê de alozî derket. Hêzên Israîlê tundî li dijî welatiyan bi kar anîn û wiha dom kir: "di encamê de 8 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û hezar û 70 kes birîndar bûn. Hefteya berî wê jî 20 welatiyên filistînî hatin kuştin."

(dc)