Mizgefta ku çeteyên DAIŞ`ê xerab kiribû tê temîrkirin

Saziya Karûbarên Olan a Tebqayê xebatên temîrkirina mizgefta gundê El-Hemam didomîne.

Mizgefta ku çeteyên DAIŞ`ê xerab kiribû tê temîrkirin
7 nîsan, 2018   07:37

TEBQA

Saziya Karûberên Olan a Tebqayê di cotmeha sala derbasbûyî de dest bi xebatên temîrkirina mizgefta gundê El-Hemam ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû ruxandin, kir.

Rola damezirînerê Saziya Karûberên Olan a Tebqayê Ibrehîm El-Elî yê 13'ê meha çile dema mizgeftek li Reqayê kontorl dikir mayîn pê ve teqiya û şehîd bû, di temîrkirina mizgefta gund de, mezin bû.

Komîteyê Li ser xebatên temîrkirinê disekin in diyar kirin ku heta niha derdora 35 ji sedî ji mizgeftê hatiye temîrkirin û hate destnîşankirin ku baniyê wê hate çêkirin, minare û stûnên qatê duyemîn jî hatine çêkirin. Hîn jî xebatên lêkirin û temîrkirinê bê navber didom in.

Gundê Hemam dikeve 25 kîlometreyan li rojhilatê Tebqayê. Mizgeft wê têra derdora 2 hezar welatiyan bike. Di meha Remezanê de di beşê wê yê hatiye temîrkirin de banga azanê were kirin.

Serokê Komîteya Mizgeftê Ziêtir El-Kerîm texmîn kir ku xebatên lêkirinê heta dawiya salê temam bibe û da zanîn ku wê navê Minzgeftê bikin "Elî Bin Ebî Talib" yenî wê navê wê wekî berê bimîne.

(dc)

ANHA