Nameya gelê Sûriyê  zelal e: Dagirkeriyê qebûl nake

Meşa gelên Sûriyê ku ji çerxereya Sebi Behrat a Minbicê destpêkiribû, gihîşt Qada Giştî ya naverasta bajarê Minbicê.

Nameya gelê Sûriyê  zelal e: Dagirkeriyê qebûl nake
5 nîsan, 2018   12:04

MINBIC

Meşa  gelên ku ji Dêrazorê, Minbic, Reqa, Tebqa, Girê Spî, herêma Cizîrê  û Kobanê ji bo şermezarkirina gefên dagirkeriya Tirk li ser Minbicê, li Minbicê destpê kir, dewam dike.

Meşa ku bi hezaran şêniyên Sûriyê tevlê bibûn, gihîşt Qada Giştî. Di meşê de, gelan pankêrtên şermezarkirina bêdengiya navneteweyî derbarê komkujiyên ku dewleta Tirk derheqê gelê Sûriyê dikin, vekiribûn.

Di meşê de, Endama Dîwana Meclîsa Zagonsaz a Minbicê axivî û bang li  gelê Sûriyê kir ku li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Sûriyê derkevin û piştgiriya ji bo Berxwedana Serdemê ya Efrînê xurtir bikin û wiha pê de çû,ʺEm bang  li civaka navneteweyî û dewletên koalîsyonê dikin ku zextê li ser hikumeta Erdogan bikin da ku êrîşên xwe yên dijminahî  û  hovane bisekînine.ʺ

Serokê  Meclîsa Rêveber a kantona Cizîrê Abdullkerîm Sarûxan got ku meşa ku îro li bajarê Minbicê derketî nameyek zelal bû ku gelê Sûriyê dagirkeriya Tirk napejirîne. Her wiha Saroxan tekez kir ew baweriya xwe ya bi gelê Sûriyê û Hêza Sûriya Demokratîk nû dikin.

Saroxan diyar kir ku mozayîka gelan a ku îro li Minbicê derketî rastiya gelê Sûrî yê berxwedêr ê ku dagirkeriyê napejirîne diyar kir.

Meş didome…

(ekip)

ANHA