'Divê civaka navdewletî hesab ji Tirkiyê bixwaze'

Hiqûqnas û parêzerên herêma Keramê ya Reqayê diyar kirin ku binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ku li ser sînorê Bakurê Sûiryê pêk tîne, li dijî hemû qanûnên navdewletî ye û tekez kirin ku divê civaka navdewletî derbarê van binpêkirinan hesab ji Tirkiyê bixwaze.

'Divê civaka navdewletî hesab ji Tirkiyê bixwaze'
5 nîsan, 2018   06:24

FÎRAS EL-TEYAWÎ / REQA

 Hiqûqnas û parêzerê herêma Keramê ya Reqayê kiryarên Artêşa Tirk û binpêkirinên wan ku li ser sînorê di navbera Bakurê Sûriyê û Tirkiyê de pêk tîn in şermezar kirin û gotin ku ev kiryarên wan hemû qanûnên navdewletî derbas dike. Hiqûqnasan her wiha dane zanîn ku Tirkiyê bi van kiryarên xwe biryara Konseya Ewlekariyê ya bi hejmara 2401 ku di 24'ê sibatê de hate girtin derbas dike û destnîşan kirin ku li gorî biryarê divyabû hemû şer li tevahî heêrmên Sûriyê were rawestandin.

Endama Rêveber a Komîteya Îdayaya û lêpirsînê ya Keramê Semah El-Şeranî derbarê mijarê de wiha got: "Artêşa Tirk li Efrînê gelek binpêkirinên li dijî qanûnan dike. Dewleta Tirk xaka cîranên xwe binpê dike. Beranberî vê yekê jî hemû civaka navdewletî bê deng e. Di heman demê de li dijî biryara konseya Ewlekariyê ya Navdewletî û li dijî qanûnên NATO ye jî."

Parêzer Xalid El-Hesen jî derbarê mijarê de wiha got: "Dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya xwe ji xaka Sûriyê re rewa nîşan bide. Tirkiyê hemû biryar û qanûnên navdewletî binpê dike. Binpêkirinên wan ji hemû raya giştî ya cîhanê re diyar  e. PIştgiriya wan ji çeteyan re û destwerdana wan di xaka Sûriyê de li ber çavan e."

El-Hesan di heman demê bê dengiya NY ya derbarê rewşa Efrînê û komkujiyên ku bi destê Dewleta Tirk û çeteyên wê pêk tê jî şermezar kir û ev tişt anî ziman: "Nabe ev kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê bê hesab wiha derbabas bibe. Divê li gorî qanûnên  navdewletî hesab ji Tirkiyê were xwestin."

El-Hesan her wiha bang li hemû gelê Sûriyê kir ku bi yek destî li dijî Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe bidin û piştgiriya şêniyên Efrînê bikin.

Parêzerê bi navê Xalid El-Mîzan jî derbarê mijarê de got ku bê dengiya civaka navdewletî ya derbarê dagirkirina Efrînê nîşan dide ku civaka navdewletî jî şirîkê dewleta Tirk e û ev tişt anî ziman: "Divê li ser binpêkirinên wî hesab ji Erdgoan were xwestin."

(dc)

ANHA