'Berxwedana Serdemê pîlanên navdewletî eşkere kir'

Endamê Rêveber ê rêxistina PYD'ê ya navçeya Tirbespiyê Hisên Xalid da zanîn ku Berxwedana Serdemê ya Efrînê rastiya pîlanên gelek dewletan eşkere kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk dijberiya gelê kurd û doza wî dike.

'Berxwedana Serdemê pîlanên navdewletî eşkere kir'
5 nîsan, 2018   06:19

RÊNAS REMO / QAMIŞLO

Hisên Xalid derbarê Berxwedana Serdemê ya Efrînê ji ajansa me re axivî û got ku dewleta Tirk dijîtiya doza kurd û hêviya gelê herêmê bi giştî dike. Xalid, her wiha destnîşan kir ku îro dîrok xwe dubare dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Careke din pîlanên navdewletî li dijî şoreşa kurdî û doza wan pêk hatine."

Hisên Xalîd, derbarê meclîsên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê hatine avakirin de jî ev tişt anî ziman: "Meclîsên ku dagirkeriya Tirk ava kiriye, ne rewane û wê têk biç in. Dewleta dagirker û çeteyên wê meclîsên xwe ku ji kesayetên girêdayî wê ve hatine avakirin, li ser gelê herêmê feriz dike. Tu têkiliya wan meclîsan bi gelê Efrînê re nîne. Armanca dewleta Tirk û çeteyên wê îradeya gelê herêmê binpê bike û dîmografiya herêmê di riya çeteyên xwe yên ji Xûta hatin derxistin re bide guhertin. Ev jî bi itîfaqa di navbera Rûsiya û Tirkiyê de pêk hatiye."

Endamê Rêveber ê rêxistina PYD'ê ya navçeya Tirbespiyê Hisên Xalid di dawiya axaftina xwe de jî got ku divê ENKS'ê siyasetên xwe careke din di bin çavan re derbas bike û ji bin banê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê derkeve û ev tişt anî ziman: "Divê cihê xwe di rijandina xwîna gelê kurd û guhertina dîmografiya herêmê de negirtin. Dîrok û gelê kurd wê yên bi gelê xwe û xaka xwe re ixanet kirin jibîr nekin. Berxwedana Serdemê gelek pîlanên navdewletî ku li dijî doza gelê kurd pêk hatiye eşkere kiriye. Gelê kurd wê Efrîn bi tekoşîn û fedekariya şervanên xwe rizgar bike."

(dc)

ANHA