Kî niha navçeya Cindirêsê birêve dibe?

Her rojek diçe belge û nîşaneyên ku asta têkiliya di navbera partiyên di bin sîwana ENKS'ê de ne û di navbera dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de diyar dibe. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê welatiyan direvîn in û mal û milkên wan destser dikin.

Kî niha navçeya Cindirêsê birêve dibe?
Kî niha navçeya Cindirêsê birêve dibe?
Kî niha navçeya Cindirêsê birêve dibe?
5 nîsan, 2018   06:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser malperên civakî navê hin kesayetên ji navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ku bi dagirkertiya Tirk û çeteyên wê re tevdigerin, hate belavkirin. Çete heman kesan wekî wekî ku navçeyê birêve dibin, erkdar kirine. Lê di rastiyê de ewleta Tirk û çeteyên wê hemû kiryarên xwe di bin navê wan kesan de pêk tîn in.

Ji kesên ku navên wan hatin belavkirin Necim Ebdulrehman Kûsa û Xalib Ebdulrehman Kûsa ne. Şêniyên Navçeyê herdû kesan nas dikin, ew ji mala Kindirî ne.

Malbata navborî ji sala 2013'an de têkiliya wan bi Cebhet El-Nusra re hebû, gelek karên xerab di navçeyê de pêk anîn. Carekê ji caran jî êrîşî benda kontrolê ya riya ketina Navçeyê ji aliyê başûr de kirin. Armanca wan di wê demê de ew bû ku tevlîheviyê derbixin. Hêzên Asayîşê wê demê ew girtin.

Navê Kesê bi navê Mihemed Şêx Diyab û Sibhî Şêx Diyab ên ji malbata El-Eşqer jî hate bibîr xistin. Ev jî ji gundê Dêwa ya navçeya Cindirêsê ne, herdû jî endamên Cebhet El-Nusra ne û hîn jî gelek ji endamên vê malbatên di nava  Cebhet El-Nusra de ne. Gelek caran van kesan û hin endamên min ên vê malbatê rê ji çeteyên Cehbet El-Nusra re vekirin da ku derbasî herêmê bibin û êrîşan li dijî gundê Dêwa pêk bîn in.

Kesên bi navê Mehmûd Elî Mede, Mihemd Elî Mede û Ehemed Elî Mede, birayên hev in û ji malbata Elî Mede ne. Ji destpêka şoreşa Rojava ve têkiliya van kesan bi çeteyên DAIŞ'ê re hebû. Di nava şêniyên herêmê de jî wekî qaçaxçî têne naskirin.

Di salên derbasbûyî de mazot û sotemenî bi qaçaxî dibirin cihên çeteyên Cebhet El-Nusra, her wiha diziya tirmpêlan û terektorên welatiyan dikirin, bi qaçaxî jî dibirin bajaroka Etmê ya Idlibê û li wir difrotin.

Welatiyê bi navê Reşîd Mehmûd (Reşîd Kehrebçî) ji malbata Reşo ye. Ji gundê Hemam a navçeya Cindirêsê ye. Her wiha welatiyê bi navê Reşîd ku ji endamên partiya Azadî ye. Reşîd û kurên xwe di 16'ê Adara 2013'an de beşdarî tevlîheviya ku Partiya Azadî pê rebû de cih girtin.

Di wê demê de dema welatiyên navçeyê ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya Helpça kom bibûn, gule li welatiyên navçeyê û navendaê Asayîşa baran din.

Welîd Ebûd ê ji gundê Mihemediyê, di navçeyê de wekî kesayeta ku herî zêde qumarê dilîze tê naskirin. Hêzn Asayîşê çend caran ji ber vê taybetmendiya wî ew xistin zindanê .

Fewzî Horîn (Fewzî Helaq) ji şêniyên navçeya Cindirêsê ye, yek ji endamên PDK-S ye. Di sala 2013'an de cihê xwe di parstina endamên Partiya Azadî de girt.

Hemû kesên navborîç ji aliyê Artêşa Tirk û çeteyên wê ve wekî rêveberên navçeyê hatine erkdarkirin, lê ya rast çete li pişt van kesan li gorî xwe welatiyan direvîn in û mal û milkên wan talan dikin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin Artêşa Tirk û çeteyên wê kesê bi navê A.Ş yê ji navçeya Cindirêsê di 1'ê nîsanê de revandin, mal û milkên wî talan kirin. Heta niha jî tu agahî jê ne hatiye girtin.

Çavkaniyan ji navçeya Cindirêsê her wiha destnîşan kirin ku Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi îdaya ku têkiliya welatiyan bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê re heye, mal û milkên welatiyan destser dikin.

Di vir de pirsa xwe dide der, ev kesên ku destê wan di karê wêrankarî û xirabiyê de hebû, wê çawa rêveberiya navçeyê bikin.

Di roja 22'ê Adarê de 16 partî û hevgirtinên siyasî yên kurd daxuyaniyek nivîskî weşandin û gotin ku civîna Dîlokê û Melcîsa jê derket bi destê Istxbaratê Tirkiêy hatiye avakirin û ew meclîs tu rewatiya wê nîne. Di heman daxuyaniyê de ji ENKS'ê hate xwestin ku helwesta xwe derbarê êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê nîşan bide.

Di heman demê de çavkaniyên herêmî ji welatiyên navçeyê destnîşan kirin ku Artêşa Tirk a dagirker malbatên çeteyên Feyleq El-Rehman li navçeyê bi cih dikirin. hate gotin ku malbatek ji çeteyên navborî li mala nivîskar Ebdulah Qehreman bi cih kirine.

(dc)

ANHA