Şêniyên bajarê Qamişlo li gundê Hîmo şahî lidar xistin.

Şêniyên kantona Qamişlo bi şahiyên cûr bi cûr rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

4 nîsan, 2018   12:49

QAMIŞLO

Şahî li Qada Newrozê ya li gundê Hîmo yê rojavayî bajarê Qamişlo bi dirûşmeya“Rojbûna Serok APO, rojbûna şoreşa jinê ye” hate  organîzekirin.

Welatiyan bi cil û bergên filoklorî beşdarî şahiyê bûn. Qada şahiyê  bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ û wêneyên cangoriyên azadiyê hate xemlandin.

Beriya destpêkirina şahiyê, li derdora Qada Newrozê 300 dar di nav de daren zeytûnan ku bûye sembola Berxwedana Serdemê hatin çandin.

‘Yê ku jin ji koletiyê derxist Rêber APO bû’

Şahî bi axaftina yek ji rêveberên Kongreya Star a Kantona Qamişlo Henîfe Hisên ve hate destpêkirin. Henîfe Hisên rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû gelan pîroz kir û wiha got,ʺYê ku jin ji koletiyê derxist Rêber APO bû.  Rêber APO azadiya jinê nîşanî hemû gelan kir. Ji ber fikir û ramanên Rêber APO hemû cîhan li dijî wî bû yek û li dijî wî komployek rêxistin kirin. Rêber APO ev 19 sal in li Îmralî liberxwe dide. Bila dijmin zanibe ku fikir û ramanên Rêber APO di xwîna me de cih girtiye. Nikarin hêza me têk bibin.”

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan  a Kantona Qamişlo Xedîca Dawûd rojbûna Ocalan li hemû malbatên şehîdan pîroz kir û helbestek xwend.

Piştî axaftinan, Koma Sazkar a girêdayî TEV-ÇAND  stranên xwe yên  şoreşgerî gotin.

Di berdewamiya şahiyê de, welatiya bi navê Henen Alî (34) diyar kir ev roj ji bo hemû gelan rojeke  dîrokî ye û rojbûna Serokatî ronahî da hemû jiyanê.

Ji pêkhateya Ereb Casim Abdûlî (33) rojbûna Ocalan li hemû pêkhateyan pîroz kir û anî ziman ku  Rêber APO rêberê hemû pêkhateya ne û got,ʺBi yekîtiya xwe em ê zindana Îmralî têk bibin.ʺ

Şahî bi dirûşmeya “Bijî Serok APO, Jin jiyan azadî, Bi can bi xwîn em bi tere ne ey Serok” bi dawî bû.

Bi heman armancê  li bajaroka Girbawiyê yê girêdayî kantona Qamişlo bi boneya rojbûna Ocalan baxçeyê Şehîd Îbrahîm Îbrahîm hate vekirin.

Bi sedan şêniyên navçeya Girbawiyê û hemû pêkhateyên gundên Girbawiyê, Hevserokê Desteya Parastinê ya Cizîrê Rêzan Gulo û Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber Hisên Ezam beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi vekirina deriyê baxçê ji aliyê dayîka şehîd Îbrahîm, Nesrîn Nezîr ve hate destpêkirin.

Paşê, Nesrîn Nezîr û Hisên Ezam axîvin û rojbûna Ocalan pîroz kirin.

Piştî axaftinan, 150 dar û gul li baxçe hatin çandin.

Şahî bi stranên  koma Roj Welat a girêdayî navenda Çand û Hunerê ya bajaroka Girbawiyê bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Bi heman armancê li navçeya Tirbespiyê û li bajarokên Meşûqa, Hilwe û Til Merûf dar li baxçeyan hatin çandin.

Herwiha li Akademiya Şehîd Yekta Herekol jî rojbûna Ocalan bi stranên ji aliyê Koma Şehîd Dilgeş û Koma Gulîlkên Rojava ya dîlanan bi dawî bû.

(kc)

ANHA