Xwarin li şêniyên kampa Berxwedan hat belavkirin

Komeleya Dêr Mar Yaqûb bi hevkariya Heyva Sor a Kurd xwarin li gelê Efrînê yê li kampa Berxwedan a Kantona Şehbayê bi cih dibe, belav kir.

Xwarin li şêniyên kampa Berxwedan hat belavkirin
3 nîsan, 2018   14:56

ŞEHBA – Ji ber ku rêxistinên mirovî alîkariya gelê Efrînê yê koçber nakin, Komeleya Dêr Mar Yaqûb îro xwarin li gel belav kir. 

Bi hezaran malbatên Efrînî ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk neçar man ku warên xwe terk bikin û li cihên  bi ewle bi cih bibin. Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê bi hevkariya Rêveberiya Kantona Şehbayê kampa Berxwedan ji gelê Efrînê re vekir. Li kampê 450 kon hatin vedan.  

(mm)

ANHA