Ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê stranaʺEfrîn em xweşmêr in te neʺ tê amadekirin

Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê ya Efrînê, stranekê bi navêʺEfrîn em xweşmêr in te neʺ amade dike.

Ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê stranaʺEfrîn em xweşmêr in te neʺ tê amadekirin
3 nîsan, 2018   10:17

TEBQA – Berxwedana Serdemê ya Efrînê ku di qonaxa duyemîn de dewam dike, roj bi roj piştgiriya ji bo berxwedanê jî mezin dibe.

Di vê çarçoveyê de, Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê ya Efrînê, stranekê bi navêʺEfrîn em xweşmêr in te neʺ amade dike.

Derbarê armanca vê stranê, ji rêveberên buroya têkiliyan a Komîteya Çand û Hunerê Musene Ebdulkerîm axivî û got,ʺArmanca me ji vê stranê ew e ku piştgiriya xwe ji bo Berxwedana Serdemê û gelê Efrînê nîşan bidin. Her wiha em tekez bikin ku em û gelê Efrînê di yek xendeqê de ne û em qehremantiya zarokên Efrînê di rizgarkirina bajarê Tebqayê ji çeteyên DAIŞ`ê ji xwe bîr nakin.ʺ

Abdulkerîm tekez kir ku di rojên pêş de, wê stranê li studoya bajarê Qamişlo bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê ya Cizîrê re, were qeydkirin.

Gotinên stranê ji aliyê helbestvana ji pêkhateya Turkmen Zehra Urdn ve hatiye nivîsandin û wê hunermend Şadî El-Zubeydî jî stranê bêje.

(kc)

ANHA