'Rojbûna Ocalan rojbûna gel û jinên azad e'

Şêniyên Kobanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li hemû gelan û hezkiriyên Ocalan pîroz kirin û gotin ku rojbûna Ocalan rojabûna gel û jinên azad in.

'Rojbûna Ocalan rojbûna gel û jinên azad e'
3 nîsan, 2018   06:51

HÊZA HESEN

KOBANÊ- Bi rasthatina 4'ê Nîsanê şêniyên Kobanê ji ajansa me ra axivîn û diyar kirin ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan rojbûna gel û jinên azad in.

Ciwana bi navê Rîm Ehmed di destpêka axaftina xwe de rojbûna Ocalan li tevahiya gelan pîroz kir û wiha got: "Rojbûna Ocalan rojbûna jinên azad û gelan e. Jin bi saya fikir û felsefeya Ocalan azad bû ye. Em zindî kirin û jiyaneke nû ji me re afirand. Di vê jiyanê de wekhevî û edalet heye. Jin di nava civakê de rola xwe di hemû qadên jiyanê de pêk tîn e."

Jina bi navê Fatma Emîn jî Rojbûna Ocalan li hemû jinan pîroz kir û wiha got: "Ocalan hebûna me ye, ji ber wî doza azadiya jinên ku ji kevin de mafê wan hatibû destgirtin, kir. Jin bi saya firkê Ocalan rizgar bûn û gihiştin asta ku îro em di Şoreşa Rojava de dibîn in. Jinan di hemû qadên şoreşê de û bi taybet di aliyê leşkerî de rolake mezin girt. Li Bakurê Sûriyê şerê çeteyên DIAŞ'ê kir."

Welatiyê bi navê Umer Bedran di sala 1986'an de li Lubnanê Ocalan dît, derbarê dîtina Ocalan de jî ev tişt anî ziman: "Em bi Rêberê xwe serbilindin. Em doza azadiya rêberê xwe dikin. Divê tecrîda li ser Rêbertî hatiye ferizkirin were rakirin."

(dc)

ANHA