Dewreya 3‘yemîn a Yekîneyên Displîna Leşkerî ya Eyn Îsa bi dawî bû

Li Akademiya Ş.Siyamend a Yekîneyên Displîna Leşkerî li navçeya Eyn Îsa  dewreya bi  navê Şehîd Heqî Dost bi dawî bû.

Dewreya 3‘yemîn a Yekîneyên Displîna Leşkerî ya Eyn Îsa bi dawî bû
Dewreya 3‘yemîn a Yekîneyên Displîna Leşkerî ya Eyn Îsa bi dawî bû
Dewreya 3‘yemîn a Yekîneyên Displîna Leşkerî ya Eyn Îsa bi dawî bû
1 nîsan, 2018   07:22

GIRÊ SPÎ – Li Akademiya Şehîd Siyamed a Yekîneyên Displîna Leşkerî ya girêdayî Hêzên Erka Xweparastinê ya li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî 45 roj beriya niha bi tevlîbûna 30 endaman dewreyeke perwerdeyê bi navê "Şehîd Heqî Dost" hate destpêkirin.

Di dewreyê de waneyên Leşkerî û bîrdozî hatin dayîn.

Duh merasîma bidawbûna perwerdeyê bi tevlbûna fermandarên QSD û endamên akademiyê hate lidarxistin.

Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyên endamên dewreyê ve dest pê kir.

Ji fermandarên Yekîneyên Displîna Leşkerî Ehmed Reş axivî û qedandina dewreyê li endaman pîroz kir. Ehmed Reş anî ziman ku ji bo rêxistinbûna civakê çi were xwestin ew amade ne.

Endamên tevlî perwerdeyê bûn, sûnda leşkerî xwarin.

Yek ji endamên ku tevlî perwerdeyê bûne, Hisên Kobanî kêfxweşiya xwe bi tevlîbûna dewreya perwerdeyê anî ziman.

 Hisên Kobanê bang li ciwanan kir ku cihê xwe di nava Yekîneyên Displîna Leşkerî de bigirin.

Şehîd Heqî Dost di Pêngava Rizgarkirina Bajarê Reqayê de şehîd bû.

(hh)

ANHA