Hêviya vegera li keda 46 salan zindî ye

Efrîniyê bi navê Xelîl Hebeş tevî ku destekî wî qut bûye, lê 46 salan bi kedeke mezin darên xwe (zeytûn, rezan) xwedî  kirin. Xelîl ku ruhê wî wekî koka zeytûnan bi erdê Efrînê re bûye yek, hêviya wî heye ku di demeke nêz de veger warê keda xwe.

Hêviya vegera li keda 46 salan zindî ye
1 nîsan, 2018   05:30

CAFER CAFO      

ŞEHBA - Cotkar Xelîl Hebeş bi yek destî cotkarî kiriye û li kêleka rezan 400 darên zeytûnan xwedî kirine.

Dest qut bû, lê hêviya wî qut nebû

Xelîl Hebeş li gundê Zerka yê navçeya Raco ku bi zeytûn, vîşne û rezên tê naskirin, çavên xwe li dunyayê vekir. Xelîl ku temenê wî niha 66 sal e, di 18 saliya xwe de dikeve navbera du malbatên ku şer kirine û ji destê xwe gule dixwe. Tevî hemû hewldanan, destê wî qut dibe, lê Xelîl Hebeş hêvî û hezkirina wî ji jiyanê re qut nabe.

‘Darên min mîna zarkokan li ber çavên min bejin didan’

Hebeş ku darên zeytûn û rezan xwedî kirine bi moraleke bilind got,ʺMin 400 darên zeytûnan çandin. Darên min mîna zarokan li ber çavên min bejin didan.ʺ

Bi êrîşa dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrîne Hebeş jî mîna hemû şêniyên Efrîne tevî 8 zarokên xwe neçar dimîne ji xaka xwe derbikeve. Destê wî ji xaka wî qut nabe, destpêke tê bajarê Efrîne, piştre derbasî navçeya Şêrawa dibe, piştre jî neçar dimîne ku derbasî bajaroka Til Rifet a Şehba bibe, niha jî li kampa Berxwedan dijî.

Hêviya vegera li warê xwe zindî ye

Apê Xelîl ku ruhê wî jî wekî koka darên zeytûnan bi erdê Efrînê re bûye yek  û bê darên xwe nikare bijî, hêviya wî her zindî ye ku wê warê xwe ji aliyê şervanên YPG û YPJ`ê ve were rizgarkirin û di demeke nêz de vegere nava darên xwe.

Hebeş di dawiya de ev tişt anî ziman,ʺHeyanî ku YPJ/YPG`ê hene ez natirsim û ez jî dixwazim xizmeta vî gelî bikim.ʺ

(kc)

ANHA