Rûsya zêdetirî 38 hezar çete tevî malbatên wan veguhestin Idlibê

Pîlansaziya Rûsya û Tirkiyê ya guhertina demografiya Sûriyeyê didome. Wezareta Parastinê ya Rûsya raghand ku zêdetirî 38 hezar  çete  tevî malbatên wan ji herêma Erbîn a Xûta Rojhilat veguhestin parêzgeha Idlibê.

Rûsya zêdetirî 38 hezar çete tevî malbatên wan veguhestin Idlibê
31 adar, 2018   10:17

NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Sûriyê 18`ê sibatê li herêma Xûta Rojhilat dest bi hemleyeke leşkerî kir. Rûsya bi hevpeymana bi Tirkiyê re gurûpên çete û sivîlên wê herêmê neçar dike ku ji herêma xwe koçber bibin û derbasî herêmên Sûriyeyê bi taybet Idlibê bibin.

Li gorî ajansa Sputnîk Wezareta Parastine ya Rûsya roja şemiyê raghand ku zêdetirî 38 hezar çete tevî malbatên xwe ji herêma Erbîn a Xûta Rojhilat derbasî parêzgeha Idlibê kirin.

Her wiha Wezaretê raghand ku Navenda Lihevkirina Rûsiyayê biryar daye ku heyanî çeteyên Feyleq El-Rehmen ên li Xûta Şerqiyê mane derbikevin, agirbest were dirêjkirina.

Rûsya parêzgeha Idlibê dike navenda komkirina gurpên çeteyan. Li gorî çavdêran jî dê li Idlibê hemleyeka leşkerî ku Rûsya pêşengtiya wê dike li hemberî gurûpên çete  were destpêkirin.

(np)