Meclîsa Sivîl a Reqayê  buroyên xwe veguhestin Reqa

 Meclîsa Sivîl a Reqayê buroyên xwe ku li navçeya Eyn Îsayê bûn,  veghustin navenda bajarê Reqayê.

Meclîsa Sivîl a Reqayê  buroyên xwe veguhestin Reqa
Meclîsa Sivîl a Reqayê  buroyên xwe veguhestin Reqa
31 adar, 2018   10:05

GIRÊ SPÎ –Meclîsa Sivîl a Reqayê piştî ku navendên xwe li Reqayê vekirin, buroyên xwe ji navçeya  Eyn Îsayê ya girêdayî kantona Girê Spî, veguhsetin Reqayê.

Meclîsa Sivîl a Reqayê di 18‘ê Nîsana 2017`an de hate damezirandin. Meclîs ji komîteyên "Têkilî, Xizmetguzarî, Perwerde, Darayî, Lihevanîn, Jin, Firne û Aş, Rêxistinan, Tendûristî, Ciwan û Werzîş, Jinûve Avakirin, Aborî, Ragihand û Avakirina Meclîsan, Enerjî û Vegihîn, Parastin, Şûnwar û Turizimê" pêk tê.

 Meclîsa Sivîl a Reqayê beriya ku Reqa were rizgarkirin, xebatên xwe li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî ya herêma Firatê bi rêve dibir.

Bi rizgarkirina herêma Reqayê û paqijkirina ji mayînan re, her wiha bi vegera şêniyan re Meclîsa Sivîla Reqayê hemû buroyên xwe veguhestin Reqayê.

Endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ebdulselam Hemsorik diyar kir ku xebatên wan piştî veguhestina buroyan hesantir dibe.

(bb)

ANHA