Cenazeyê şehîd Azad ber bi Tebqayê ve hate oxirkirin

Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanên YPG`ê Azad ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû li bajarê Tebqayê bi merasîmekê ber bi Tebqayê ve oxir kirin.

Cenazeyê şehîd Azad ber bi Tebqayê ve hate oxirkirin
Cenazeyê şehîd Azad ber bi Tebqayê ve hate oxirkirin
Cenazeyê şehîd Azad ber bi Tebqayê ve hate oxirkirin
31 adar, 2018   09:50

 HESEKÊ – Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê YPG`ê  Ednan El-Ehmed (Azad) ber bi Tebqayê ve, merasîmek li navenda xwe lidar xist.  

Merasîm bi rêzgirtin destpê kir. Paşê, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ezîza Ebdulrehman axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got "Em sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin. Şehîdan ji bo parastina axa xwe, canê xwe feda kirin. Em soz didin ku em ê heta dawiyê tekoşîna xwe bilind em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin."

Ji aliyê xwe ve, ji fermandarên YPG`ê Birûsk Hesekê axivî û di kesayeta şehîd Azad de hemû şehîd bi bîr anîn û da zanîn ku şehîd li hemberî zulm û zordariyê heta dawiyê têkoşîn kirin.

Paşê, wesîqeta şehadetê ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Paşê cenazeyê şehîd Azad, ber bi bajarê wî ve ango Tebqayê hate oxirkirin.

(bx/kc)

ANHA