Rojeva rojnameyên Erebî…

Ensyatîfa Fransa ku navbeynkariya di navbera Bakurê Sûriyê û Erdogan de çêbike ji aliyê Erdogan ve rastî nerazîbûnê hat. Li aliyekî din jî mûzakeriyên ji bo derxistina çeteyên ‘‘Ceyş El-Islam ji Dûmayê didome. Di ‘‘Meşa Mezin a Vegerê‘‘ de 15 Filistînî bûn hedefa êrîşa Israîlê.

Rojeva rojnameyên Erebî…
31 adar, 2018   09:03

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji mijarên sereke yên di rojeva rojnameyên Erebî de cih girtin, hevdîtinên rayedarên Bakurê Sûriyê bi Serokê Fransayê Macron re û helwesta Erdogan a li hemberî hevdîtinê, girêdayî Dûmayê danûstandinên di navbera Rûs û çeteyên Ceyş El-Isalm de berdewam e. Her wiha destwerdana hêzên Israîl ji bo xwepêşandana Filistiyan a ji bo "Meşa Mezin a Vegerê", wekî din hin mijarên din girêdayî Iraq bûn.

Hevdîtina heyeta Bakurê Sûriyê û Macron

Rojnameyên Erebî di waşanên xwe yê îro de bal kişandin ser hevdîtina şandeya Bakurê Sûriyê û Macron. Rojnameya El-Ereb manşêtek di bin sernavê "Ensyatîfa Fransa a navbeykariyê di navbera Tirk û Kurdan de çêbike, Erdogan ditirsîne" avêt.

Rojnameyê diyar kir ku çavkaniyên Frensî ji tirsa Tirkiyê û bertekên wê yên li hemberî nirxandinên Fransa ji Bakurê Sûriyeyê re matmayî man û wiha berdewam kir:˝ Ev bertekên Tirkiyê isbat dike ku Enqere di encama helwestên Serokê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan de bi tenê ma ye. Tirkiyê di encama nerehetiya di navbera wê û Ewrûpa de û destwerdana wê ji Sûriyeyê re, li ser asta herêmî û navdewletî dijminên xwe zêde kirin˝. 

Di berdewamiya nirxandinên rojnameyê de têkildarî rewşa Erdogan nêrînên çavdêran wiha got:˝ Çavdêr dibêjin Erdogan bi hinek deskeftiyan dixwaze li ser têkçûyîna xwe ya aliyê siyasî û aborî binuximîne. Hinek çavkaniyên siyasî yên Parîsê texmîn dikin ku Macron dibe ku aliyê siyasî de derbikeve beramberî Tirkiyê˝.

Derbarê Dûma de danûstandin didome

Rojnameya El-Heyat sernavên "De Mistrua bi çekdarên Xûtayê re danûstandinan dike" û "Çarenûsa hîna zelal nebûye » Ceyş El-Isalm «girêka danûstandinan e" weşand. Di nivîsê de hate destnîşankirin ku» Ceyş El-Isalm « koma herî dawî ya mûxalefetê li Xûtaya Rojhila a nêzî paytexa Şamê raporên ku dibêjin ku danûstandindinên bi Rûs re bi îtîfaqa vekişandina ji Dûmayê bi encam bû, red kir, Rûsya jî berê wê ragihandibûn ku çekdaran li ser radestkirina herêmê erê kirine."

Di berdewama nivîsê de hate gotin ku rayedarekî payebilind ê Fransayê daxuya kirin ku dosyaya Dûma di nîqaşên civîna De Mistura de ya ku duh li Moskoyê pêk hatibû cih kir. De Mistura danûstandinên xwe ku bi çekdarên mûxaleftên yên li Xûtayê pêk têne ji Rûs re eşkere kir.

Israîl li dijî xwepêşandarên Filistînê tundiyê bi kar tîne

Duh, li Filistînê ji bo salvger "Roja Xaka Filistînê", "Meşa Mezin a Vegerê" hate lidarxistin, hêzên Israîlê li dijî xwepêşandarên tundî bi kar anî, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn. Ev yek di rojeva rojnameyên Erebî de cih gir. Rojnameya El-Qudis El-Erebî nivîseke bi sernavê "Israîl li ser sînorê Xezayê li dijî sivîlan komkujiyeke pêk anî...Bi dehhezaran kes di roja xakê de li hemberî dagirkeriyê derketin" weşand.

Di nivîsê de hate gotin "Hêzên dagirkeriya Israîlê, duh, li ser sînorê Xezayê komkujiyeke pêk anîn. Fuz û guleyên raste raste avêt xwepêşandarên "Meşa Mezin a Vegerê". Di encamê de bi kêmanî 15 kes şehîd bûn û zêdeyî hezar û 416 jî birîndar bûn."

Rojnameya El-Qudis El-Erebî behsa amadekariyên Iraqê, nivîseke bisernavê " Hilbijartinên Iraqê: Bertîl û gefxwarinên Siûdî ku destekê ji bo kesayetên Sunî yên opozisyonê tê dayîn" weşand û got ku hin bernamsetên hilbijartinên Iraqê ku tê payîn 12‘ê Gulanê were lidarxistin ji rewşa kêmbûna xizmetguzariyê li herêmên xizanan qezec dikin û dikin amûra bernameya propogendayan dike, hin din jî dengan dikirin.

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset têkildarî gefxwarinên Erdogan ku êrîşî Şengalê bike,  nivîseke bi sernavê "Li Şengalê tirsa ji êrîşên Erdogan" avêt. Di nivîsê de wiha tê gotin "Serokê Komîteya Ewlekarî û Parastinê yê li Parlemnetoya Iraqî Hakim El-Zamelî dibîne ku daxuyaniyên Erdogan ên derbasbûna Şengalê armanc jê ew e ku helwesta çadeya Iraqê nas bike . Viyan Dexîl jî dibîne ku şêniyên Şengalê  heta astekê bi firkar in, ku xwe di navbera kemçeyên gefên Erdogan û çakoçên tedbîrên hikûmetê dibînin, ev jî dibe sedem ku pirsgirêk mezintir bibe."

(bb)