‘Gelê Efrînê xerîb û xayînan di rêveberiya Efrînê de qebûl nake'

Malbatên şehîdan ên herêma Cizîrê diyar kirin ku gelê Efrînê zarên xwe ji bo xaka xwe feda kirin û ew dikarin xaka xwe birêve bibin û dane zanîn ku gelê Efrînê wê qebûl neke ku xerîb û xayînên Dîlokê rêveberiya Efrînê bikin.

‘Gelê Efrînê xerîb û xayînan di rêveberiya Efrînê de qebûl nake'
31 adar, 2018   06:42

KELSÛMA ELÎ- LÎNA CANGÎR

QAMIŞLO - Malbatên Şehîdan ên herêma Cizîrê yên beşdarî Kongreya 4'an a Meclîsa Malbatê Şehîdan a herêma Cizîrê ku li Rimêlan hate lidarxistin, bûn, ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser hewldanên dewleta Tirk a avakirina meclîsa ku bi îdîaya rêveberiya Efrînê ji çend çeteyan hatiye damezirandin û gotin ku ew bi tu awayî "Meclîsa Dîlokê" qebûl nakin.

Fener Silêman derbarê mijarê de wiha got, "Em bi hemû awayan Meclîsa Dîlokê qebûl nakin. Ew di bin sîwana dagirkeriyê de kar dike û wê nikarbe xaka me birêve bibe. Kesên tevlî meclîsê bûn xayîn in destê xwe kirin destê dijmin. Em ji wan re tekez dibêjin ku gelê Efrînê wê qebûl neke ku bîna ixanetê ji wan were."

Mesûm Mihemed jî derbarê mijarê de wiha ev tişt anî ziman," Gelê me bi xaka xwe û xwîna şehîdan ve girêdayî ye. Em meclîsa xayînan ku ji aliyê komeke xayîn û koleyan ve hate avakirin qebûl nakin. Wan xwe firotiye dijminê Tirk da ku rêveberiya Efrînê bikin. Ev meclîsa nûnertiya îradeya gel nake. Sîxurên ku niha bi dijminên Tirk re di veguhertina demografî ya Efrînê pêk tîn in, nayên qebûlkirin."

Ebdulkerîm Osman da zanîn ku dewleta Tirk a dagiker dixwaze hebûna xwe ya li herêmê rewa nîşan bide û wiha dom kir,"Em wekî malbatên şehîdan, me parçeyek ji cane xwe daye, em ê qebûl nekin ku ev kesane rêveberiya xaka me bikin. Ên tiştk ji vê xakê re pêşkêş ne kiriye û niha ji aliyê dagirkeran ve tê ferizkirin, tu mafê wan di vê xakê de nîne û gelê herêmê wan qebûl nake."

Sertîp Ehmed jî got,"Meclîsa xayînan berdewama dagirkeriya dewleta Tirk a ji herêmê re ye. Dewleta Tirk hin xayînan ji bo siyasetên xwe li ser gelê herêmê bide ferizkirin, pêk tîne. Meclîsa Dîlokê tenê nûnertiya wan çeteyên ku mal û milkên welatiyan talan kirin dike. Dixwazin dîmgorafiya herêmê bidin guhertin."

Ehmed di dawiya axaftina xwe de jî da zanîn ku gelê Efrînê kezeba xwe ji bo rizgarkirina xaka xwe dane û wiha dewam kir, "Hemû partiyên siyasî û hêzên netewî helwesta ENKS'ê ku dagirkeriya Tirkiyê mayînde dike, red dikin."

(dc)

ANHA