Şaredariya Efrînê li Şehbayê karê xwe dewam dike

Şaredariya Gel a Efrînê ji bo piratîzekirina xebatên xwe li gundê Til Qerah a kantona Şehbayê xwe bicih kir û xizmeta gelê Efrînê yê ku ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk dev ji warê xwe berdaye, dike. Herwiha pêwîstiyên jiyanî ji wan re peyda dike.

Şaredariya Efrînê li Şehbayê karê xwe dewam dike
31 adar, 2018   06:21

FÎDAN EBDELA-ROZANA DADO

EFRÎN - Şaredariya Gel a Efrînê rewşa gelê Efrînê yê ji ber bombebaran û topbarana artêşa Tirk û çeteyên wê neçar bûn ji herêmên xwe derkevin û li Şehbayê bicih bibin, dişopîne û di çarçoveya xebatên pêkanîna xizmetên sereke ji gel re tevdigere. Şaredariya Gel navendek ji xwe re li gundê Til Qerah a girêdayî navçeya Ihris a Şehbayê vekir.

Beşên şaredariyê ku ji 8 beşan pêk tê, her wiha komîteyên xizmetguzarî yên taybet û komînan hatin avakirin.

Piştî şaredarî hate aktîfkirin, endamên şaredariyê demil dest bi karê xwe kirin û hin xizmet ji welatiyan re pêşkêş kirin. Xizmetên wan ji kişandina tureya ceyranê anîn gund ku zêdeyî 600 malî lê hene, her wiha sîtêra avê ku avê li welatiyan belav bike û nan jî bê pere ji welatiyan re pêşkêş dike. Di heman demê de, komîteyên şaredariyê alîkarî û pêdiviyên jiyanî û pêwîstiyên malan jî didin welatiyan.

Şaredariyê her wiha beşê paqijiyê û erkên sereke jî pêk tîne. Şaredarî ji saet 08.00'an dest bi kar dike û heta saet 14.00'an karê xwe didomîne.

Hevserokê Şaredariya Gel a li gundê Til Qerah Heyder Egîd derbarê mijarê de wiha got, "Piştî ku welatî hatin gundê Til Qerah, gel rastî pirsgirêkên wekî tunebûna ceyranê, av û firneyan hatin. Endamên şaredariya Efrînê, li gund şaredarî aktîf kirin û karê xizmetguzariyê pêk tîn in.ʺ

Egîd di dawiya axaftina xwe de jî got ku şardarî nan, av û ceyrana embêran ji welatiyan re peyda dike.

(dc)

ANHA