Li Xezayê hejmara miriyan zêde dibe

Li xeta sînor a di navbera Xeza û Îsraîl de, artêşa Îsraîlê mûdaxeleya xwepêşandana Filîstiyan kir û  hate ragihandin ku herî kêm 16 kes mirine.

Li Xezayê hejmara miriyan zêde dibe
31 adar, 2018   06:06

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daxuyaniyê ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Filîstinê ve hate dayîn, di çalakiya duh ya ‘Meşa Mezin a Vegerê Paş’ de, ya li xeta sînor a di navbera Xeza û Îsraîlê de herî kêm 16 kes mirin. Wezaretê ragihand ku di êrîşan de zêdetirî 100 Filîstînî birîndar bûne.

Li gorî artêşa Îsraîlê, li 6 xetên sînor ên Xezayê ‘serhildan’ dest pê kir û kesên ku pêşengtiya vê dikirin bûne hedef. Artêşa Îsraîlê qebûl kir ku leşkeran bi çekan, bombeyên gazê mudaxeleyî çalakgeran kir, tenê ku çalakger tenê bi kevir û molotofan êrîş dikirin.

Lê artêşê îdîa kir ku tenê ‘kesên pêşengtiya serhildanê’ dikin, hedef hatine girtin.