Şaredarî ceyran peyda kir, wê avê jî bîne

Piştî xebata Şaredariya Gel a Reqayê ku 40 rojî berdewam kir, êdî ceyran gihîşt  gundewarên bakur-rojhilatê Reqayê.

Şaredarî ceyran peyda kir, wê avê jî bîne
30 adar, 2018   10:51

REQA - Şaredariya Gel a Reqayê ceyran gihand gundewarên bakur-rojhilatê Reqayê.

Şaredariya Gel a Reqayê ev 40 roj in ji bo gihandina ceyranê li gundewarên bakur-rojhilatê Reqayê (mezreya Meyselûn, El-Qehtaniyê, Yeireb, El-Ensar, El-Celai, El-Salihiyê, Tişrîn, El-Rewde, El-Yermûk û El-Ednaniyê) bê navber kar dike. Hêjayî bi bîrxistinê ye ku ev bibû salek ku ew gundên navborî bê av û ceyran mabûn. Piştî ku ceyrana wan gundan çêbû, niha jî şaredarî hewl dide ku ava vexwarine jî bighîne wan gundan.

Têkildarî mijarê, endezyarê enerjiyê Ekrem Silêman ji ajansa me re axivî û got,ʺIstasyona veguheztine ya El-Firûsiyê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve ziyan dîtibû, bi alîkariya endezyarên ceyranê yên herêma Cizîrê ev istasyon hat sererastkirin û niha ceyrana gundewarên bakurê Reqayê çêbûye.ʺ

Silêman diyar kir ku ew niha dixebitin ku ceyranê bighînin istasyona Reqa 2. Bi riya istasyona Reqa 2 av dighîje bajarê Reqayê jî.

Silêman di dawiya axaftina xwe de ku ew ê bîra El-Heşim tamîr bikin û ava vexwarine bighînin hemû gundewarên bakur-rojhilatê Reqayê.

(np)

ANHA