Rûspiyên eşîra Şerabiya li Îraqê: YPG'ê li şûna cîhanê şerê terorê kir

Rûspiyê Eşîra Şerabiyan li Îraqê Şêx Xidir El-Qutib got ku şervanên YPG/YPJ û QSD'ê li şûna hemû cîhanê şerê terorê dikin û ev tişt anî ziman: "Beranberî wê jî hemû cîhan li komkujiyên ku Tirkiyê pêk tîne temaşe dikin."

Rûspiyên eşîra Şerabiya li Îraqê: YPG'ê li şûna cîhanê şerê terorê kir
30 adar, 2018   10:53

SILAVA EBDULREHMAN – NISRÎN ELÎ

HESEKE- Rûspiyê Eşîra Şerabiyan li Îraqê Xidir El-Qutib û mudîrê karûberê koçberan li kampa Holê Şêx El-Qutib debrarê êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê ji ajansa me re axivî û wiha got: "ji dema em koçberî herêmên Rojava bûne, me dizanî ku Efrînê herêmeke arame û bi hezaran welatiyên koçber bi cih kirine."

El-Qutib di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku ev ewlekariya li ser xaka Sûriyê xweşiya Tirkiyê ne hat û wiha dom kir: "Dewleta Tirk dixwaze di hemû dewletên Rojhilata Navîn de destwerdanê bike. Li ser vî esasî jî DAIŞ şand Îraq û Sûriyê, da ku ewelkariya herdû welatan hedef bigre."

'Erdogan ji Insaniyetê hatiye şuştin'

El-Qutib, di berdewama axaftina xwe de jî bal kişand ser berxwedana şervanên YPG, YPJ û QSD'ê û wiha dom kir: "hêzên YPG, YPJ û QSD'ê 58 rojan li dijî terora Tirkiyê li ber xwe dan û evsaneyên berxwedanî û fedekariyê xêz kirin. Berxwedana wan hîn jî li dijî dewleta duyemîn a NATO dewam dike. Dewleta Tirk komkujî derhqê zarok û jinan de pêk anî. Beranberî vê yekê hemû dewletên cîhanê bê deng in. Diyare ku hemû dewletên cîhanê bi Tirkiyê re şirîkê terora wê ne. hemûyan li ser şikanda îradeya gelê kurd lihev kirine."

 'Tirkiyê ne tenê gelê Sûriyê hedef dgire'

Rûspiyê Eşîra Şerabiyan li Îraqê Şêx Xidir El-Qutib da zanîn ku dewleta Tirk bi êrîşa xwe ne tenê gelê Sûriyê hedef digre û wiha pê de çû: "Dixwaze berê xwe bide hemû herêmên din jî wekî Şengalê. Armanca dewleta Tirk ew ku dema DAIŞ'ê vegerîne. Lê hevgirtina di navbera gelên herêmê de wê hemû pîlanên Erdogan û çeteyên wî têk bibe."

(dc)

ANHA