Lavrov û De Mistura sibe pêşveçûnên Sûriyê dinirxînin

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov û Nûnerê Navnetewî yê Sûriyê Stfan De Mistura sibe dê li Mosko pêşveçûnên dawiyê yên Sûriyê nîqaş bikin.

Lavrov û De Mistura sibe pêşveçûnên Sûriyê dinirxînin
28 adar, 2018   11:48

NAVENDA NÛÇEYAN- Cîgerê Derve yê Rûsiyê Mikhail Bogdanov agahî da ajansa Sputnîk ku dê Lavroz û De Mistura roja pêncşemê têkildarî danûstandinên Sûriyê û danûstanên tora pêş a Cinêv nîqaş bikin. Her wiha lîsteya tevlî Cinêv bibin were diyar kirin.

Bogdanov diyar kiriye ku dê Lavrov û De Mistura avakirina komîteya destûra Sûriyeyê jî nîqaş bikin û di vê mijarê de encamên kongreyê Guftuguha Niştîmanî Sûriyê jî ber çavan re were derbas kirin.

(np)