Şêniyên El-Kerame dagirkeriya Tirk û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin

Şêniyên herêma El-Kerame diyar kirin dagirkirina herêma Efrînê  ji aliyê dewleta Tirk ve, zindîkirina desthildariya Osmaniyan e, herwiha bêdengiya navneteweyî jî derbarê dagirkeriya Tirkiyê li ser axa Sûriyê şermezar kir.

Şêniyên El-Kerame dagirkeriya Tirk û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin
27 adar, 2018   13:38

FÎRAS TIYAWÎ

REQA – Şêniyên herêma El-Kerame ya girêdayî Reqayê, ku tevlî konê piştgiriya Berxwedana Serdemê ya Efrînê bibûn, ji ajansa me re axîvin û êrîşên dagirkeriya li ser Efrînê şermezar kir.

Yek ji rûsipiyên herêma El-Kerame Emîr El-Xabûr da zanîn ku ew wekî qebîle û civaka Ereb a Sûriyê dagirkeriya Tirk li ser Efrînê û bêdengiya navneteweyî derbarê herêma Efrînê de şermezar dikin.

Emîr got ku Erdogan ji destpêka şoreşê ve destek dida komên çete yên ku şoreş ji riya wê ya rast derxistin, her wiha Erdogan hinek dezgehên çapemenî yên Ereb jî bi kar anî.

Emîre diyar kir ku dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve zindîkirina desthildariya Osmaniyan e.

Ji rêveberên Mala Jinê ya herêma El-Kerame Xewla Îsa bêdengiya navneteweyî û Erebî derbarê kiryarên dewleta Tirk a dagirker li ser axa Sûriyê şermezar kir.

Xewla bi bîr xist ku ew ji wan kesên ku berê xwe danbûn Efrînê da ku destekê bidin jina Efrînî, lê dewleta Tirk kerwanê wan topbaran kir.

Ji rêveberên Saziya Malbatên Şehîdan a herêma El-Kerame Îbrahîm El-Wehîd dagirkeriya Tirk li ser Sûriyê şermezar kir û got ku Efrîn beşek ji Sûriyê ye.

(kc)

ANHA