Şêniyên Helebê alîkariyê rêdikin ji gelê Efrînê re

Şêniyên bajarê Helebê alîkarîdayîna bi şêniyên Efrînê yên ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ku dev ji malên xwe berdin, didomînin

Şêniyên Helebê alîkariyê rêdikin ji gelê Efrînê re
Şêniyên Helebê alîkariyê rêdikin ji gelê Efrînê re
27 adar, 2018   09:59

MIHEMED EBDO

HELEB – Piştî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê zêde bûn û ji bo ku komkujî li ser gelê Efrînê pêk neyên, şênî neçar man ku dev ji malên xwe berdin û li kantona Şehba û navçeya Şêrawa bi cîh bûne.

Şêniyên Helebê ji bo alîkariya bi gelê Efrînê re û erka xwe li hemberî wan pêk bînin, di dema ku rêxistinên mirovahî rewşa gelê Efrînê paş guh kirine, bi hevkariya TEV-DEM`ê dest bi  hemleya komkirina alîkariyê kirin.

Di nava 10 rojên destpêka hemleyê de, komîteya komkirina alîkariyê zêdeyî 10 kamiyonên alîkariyê ber bi herêmên Şehbayê ve ku gelê Efrînê li wir cih bûye şand.

Di nava alîkariyan de madeyên xwarinê, cil û gelek pêwîstiyên jiyanî hebûn.

Di vê çarçoveyê de welatiyê bi navê Mihemed Xeyrî yê ji taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ev tişt anî ziman "Em weke gelê Şêxmeqsûd em ê erka xwe li hember gelê Efrînê pêk bînin. Çawa ku gelê Efrînê alîkariya me kir, em ê jî niha alîkariya wan dikin.ʺ

Welatiyê bi navê Cemîl Mihemed destnîşan kir ku ji bo ku êş û zehmetiyan li ser gelê Efrînê kêm bikin wan dest bi hemleyê kir, di demeke ku rêxistinên mirovahî rewşa gelê Efrînê paş guh kirine.

Hemleya komkirina alîkariyan ji bo gelê Efrînê li Helebê hîn jî didome.

(bx)

ANHA