Karê xwe yên Efrînê li Şehbayê jî pêk tîne

Welatiyê bi navê Ebdulrehman Mihemed mîkrobasa li Efrînê li ser kar dikir, li Şehbayê jî xistiye xizmeta welatiyan a ji bo çûn û hatinê.

Karê xwe yên Efrînê li Şehbayê jî pêk tîne
Karê xwe yên Efrînê li Şehbayê jî pêk tîne
Karê xwe yên Efrînê li Şehbayê jî pêk tîne
27 adar, 2018   08:51

ŞERVÎN MUSTEFA- TOLÎN HESEN

EFRÎN- Ji ber bombebaran û topbarana Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê bi dehezaran welatiyên Efrînê berê xwe dan herêma Şehbayê. Niha welatî jiyana xwe di bin rewşeke giran a koçberiyê de jiyan dikin.Hin ji wan di nava hewldanan de ye ku derfetên kar ji xwe re peyda bikin da ku pêwîstiyên xwe yên jiyanî pêk bîn in.

Welatiyê bi navê Ebdulrehman Mihemed ji şêniyên kantona Efrînê ye. Li ser mîkrobasa di nava bajarê Efîrnê de kar dikir. Mihemed 15 roj berê tevî malbata xwe koçber bû bû li mezreya Xurnata ya herêmên Şehbayê dimîne. Mihemed  ji bo xizmeta welatiyan bike mîkrobasa xwe di nava sê gundên herêma Şehbayê Fafîn, Banis û Til Şiîr de dixbitîne, piştî ku rê nas kirin welatiyan dibe û tne.

Mihemed Ebdulrehman derbarê mijarê de wiha got: "Piştî ku balafirên Arêtşa Tirk û çeteyên wê herêmên me bombebaran kirin, em neçar man ji bajarê xwe derkevin, em hatin Şehbayê, dema ez hatim Fafînê welatiyan ji min xwest ez wan bighîn im gundên derdora, min riyên navçeya Fafînê nas kirin. Ez niha welatiyan di nava gundan de dibim."

Mihemed derbarê karê xwe de jî got ew welatiyan di nava gundên Şehbayê de bi buhayên kêm dibe û tîne û bi berhemên wê jî debara xwe ya jiyanî pêk tîne. Mihemed li ser her siwarekî di nava gundên nêzî gundê Fafînê de 50 lîreyên Sûriyê destine û ji gundên hebekî dûr dikev e jî 100 lîreyan destine. Ji saetên sibê û heta saet 17.00'an jî kar dike. Mihemed ev deh roj in dest bi kar kiriye.

Mihemed tekez kir ku armanca wî alîkariya bi welatiyan re ye. Her wiha debara malabta xwe ya jiyanî jî pêk bîne.

Welatiyê bi navê Elî Reşîd ê ji Efrînê destnîşan kir ku fikreya hebûna otopîsan di nava gundên navçeyê de bi behayeke kêm ji hemû welatiyan re gelekî başe, welatî bi hêsanî dikarin di nava gundan de bigerin.

(dc)

ANHA