Xwepêşandanên li dijî sîstema paşxistina mûçe di roja sêyemîn de ye

Xwepêşandanên giştî li Herêma Kurdistanê dijî sîstema paşxistina mûçe di roja sêyem de jî didomin.

Xwepêşandanên li dijî sîstema paşxistina mûçe di roja sêyemîn de ye
Xwepêşandanên li dijî sîstema paşxistina mûçe di roja sêyemîn de ye
27 adar, 2018   08:50

NAVENDA NÛÇEYAN - Îro jî xwepêşandanên mamoste, karmend û pêkhateyên Herêma Kurdistanê li dijî sîstema paşxistina mûçe li bajarên Silêmanî, Hewlêr, Kerkûk, Dihok, navçeyên Amêdî, Akirê, Ranya, Kelar û çend cihên din berdewam bûn.

Mûçexwer daxwaza hilweşandina sîstema paşxistina mûçe dikin û dixwazin mûçeyê wan di dema xwe de bê dayîn.

Her wiha beşek din ji dirûşmeyên xwepêşanderan jî guhertina desthilat û nemana desthilata niha ya Herêma Kurdistanê ye.