‘Şandina Feyleq El-Riheman ber bi Efrînê qirkirineke etnîkî li dijî gelê Efrînê ye’

Foza Yûsif got, veguhestina Feyleq El-Rihman ji Xûtaya ber bi Efrînê ve qirkirineke etnîkî li dijî gelê Efrînê ye. Foza Yûsif anî ziman ku, meclîsa Dîlokê bazirganiya li ser xwîna gel dike.

‘Şandina Feyleq El-Riheman ber bi Efrînê qirkirineke etnîkî li dijî gelê Efrînê ye’
27 adar, 2018   07:56

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif di hevdîtineke xwe de li gel ajansa me behsa veguhestina "çeteyên Feyleq El-Rihman" ji Xûtaya Rojhilat ber bi Efrînê ve kir û got ku armanc jê guhertina demografiya herêma Efrînê ye.

‘Efrîn rastî qirkirineke etnîkî tê’

Foza Yûsif, da xuyakirin ku dewleta Tirk bi îtîfaqa Rûsya ji bo guhartina demografiya herêma Efrînê tevdigire  û wiha anî ziman "Li gorî agahiyan, çeteyên Feyleq El-Rihman ji Xûtaya Rojhilat ber bi Efrînê ve hatine veguhestin. Em dikarin wisa pênase bikin ku Efrînê rastî qirkirineke etnîkî tê."

Foza Yûsif li hemberî şerê etnîkî pêwîste gel li her deverê rabe ser piyan.

‘Meclîsa Dîlokê bazirganî li ser xwîna gel e’

Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif li ser mijara avakirina meclîsa Dîlokê bi navê birêveberina Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ev tişt anî ziman, "Ji bo meclîsa xayînan ku amadekarî jê re tê kirin, nûnertiya îradeya gelê me nake. Kesên ku cihê xwe di nava vê meclîsê digirin bazirganiyê li ser xwîna gelê me dikin. Gelê me hesab wê ji wan kesan bixwazin û wê wan efû nakin."

Foza Yûsif, her wiha anî ziman ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyê (ENKS) hê jî helwesta xwe ya derbarê ajanên çeteyan ku bi Erdogan re zarokan dikujin û bi sed hezaran sivîlên Efrînê koçber kirine, diyar nekiriye.

‘Civaka navdewletî ji qirkirina ku li Efrînê tê meşandin berpirsyar e’

Foza de dawiya axaftina xwe de, got, "Civaka navdewletî û NY`ê ji qirkirina etnîkî, koçberkirin, guhertina demografiya herêmê ya ku ji aliyê Rûsya û Tirkiyê li Efrînê têne kirin berpirsyar in. Lewra dive erka xwe ya li beramberî gelê me yên Efrînê bi cih bînin."

)bb)

ANHA