Reşnivîsa qanûna kar li Tebqayê amade bû ye

Komîteya Qanûnî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê pirojeya biyara karkaran bi dawî kir da ku di Meclîsa Zagonsaz de were nîqaşkirin.

Reşnivîsa qanûna kar li Tebqayê amade bû ye
27 adar, 2018   05:24

TEBQA- Çavkaniyeke ji Komîteya Qanûnî diyar kir ku pirojeya wan a karkeran wê bingeha rêxistinkirina kar li ser asta herêma Teqbayê destnîşan bike, her wiha wê parstina mafê karkeran bike.

Heman çavkanî destnîşan kir ku naveroka biryara wan li gorî rewşa herêmê ya heyî hatiye destnîşankirin, her wiha da diyarkirin ku hemû gilî û daxwazên çavkaniyên wan karkerin di ber çavan re hatiye destgirtin.

Ji ber metirsînên zêde ku karkerên di hin saziyên giştî de wekî Şirketa Ceyranê, Werşeyên avakirinê, hesnikarî yên di beşê giştî de xala misogerkirina tenduristî jî hatiye destnîşankirin, dermankirina karkeran dema çi ziyan pêk tê, tê destnîşankirin.

Di pirojeyê de her wiha mafê sabitbûna karkeran di saziyan de tê destnîşankirin, piştî 6 meh xizmeta wan di saziya giştî yan daîreyê de wê were misogerkirin.

Heman çavkanî da zanîn ku reşnivîsa biryara wan di encama lêkolînên qanûnên kar û destûrên welatên cîranên Sûriyê wekî Misr, Urdin û Îraqê de pêk hatiye.

Tê payîn ku reşnivîs ji aliyê Meclîsa Zagonsaz ve di nava çend rojan de were nîqaşkirin. Heger hate erêkirin, wê heman komîte wê bendên wê careke din lêkolîn bikin.

(dc)

ANHA