Heyva Sor a Kurd 11 kamyon alîkarî ji gelê Efrînê re rê dike

Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Heyva Sor a Kurdistanî 11 kamyon madeyên xwarinê û pêdiviyên jiyanî ji gelê Efrînê yê li Şehbayê bi cih dibe re rêkir.

Heyva Sor a Kurd 11 kamyon alîkarî ji gelê Efrînê re rê dike
26 adar, 2018   16:18

QAMIŞLO – Gelê Bakurê Sûriyê piştgiriya bi gelê Efrînê yê ji warê xwe koçber bûye re didomîne. 

Di vê çarçoveyê de Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Heyva Sor a Kurdistanî re li navçeya Amûdê ya girêdayî Kantona Qamişlo 11 kamyon madeyên xwarinê û pêdiviyên jiyanî ji gelê Efrînê ku li Kantona Şehbayê bi cih bûye re rêkirin. 

Endamê Heyva Sor a Kurdistanî li Ewrûpayê Mûsa Şêxmûs beriya ku kamyon ber bi Şehbayê ve bikevin rê, got ku ew ê bi hemû derfetên xwe destek bidin gelê Efrînê. 

Şêxmûs bang li gelê her çar parçeyên Kurdistanê kir ku piştgiriyê bidin gelê Efrînê. 

Tê payîn ku dê kamyonên alîkariyê sibe ber bi Şehbayê ve bikevin rê. 

(mm)

ANHA