Gelê Reqayê bi dirûşmeya ʺNa ji teslîmkariyê reʺ piştgirî dan Efrînê

Gelê Herêma Keramê ya gundewarên Reqayê beşdarî çalakiya piştgiriya gelê Efrînê bû û alîkarî ji bo sivîlên Efrînê yên ku ji ber êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ji malên xwe derketine, kom kirin.

Gelê Reqayê bi dirûşmeya ʺNa ji teslîmkariyê reʺ piştgirî dan Efrînê
Gelê Reqayê bi dirûşmeya ʺNa ji teslîmkariyê reʺ piştgirî dan Efrînê
Gelê Reqayê bi dirûşmeya ʺNa ji teslîmkariyê reʺ piştgirî dan Efrînê
Gelê Reqayê bi dirûşmeya ʺNa ji teslîmkariyê reʺ piştgirî dan Efrînê
Gelê Reqayê bi dirûşmeya ʺNa ji teslîmkariyê reʺ piştgirî dan Efrînê
26 adar, 2018   16:34

REQA – Rêveberiya herêma Keramê ya gudewarên Reqayê konê piştgiriya gelê Efrînê veda. Wêneyên komkujiyên Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê û pankartên "Efrîn ne bitenê ye, em hemû Efrîn in", "Efrîn, dilê gelê Reqayê bi te re ye. An serkeftin an serkefin" û "Gelê Reqayê berxwedana Efrînê silav dikin" li kon hatin daliqandin.  

Gelê herêma Keramê, rûspiyên herêm û gundewarên wê û hejmarek saziyên sivîl (Şaredarî, Mala Jinê, Ciwan û Saziya Malbatên Şehîdan), beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de Rêveberiya Herêma Keramê Emr El-Xabûr, derbarê êrîşên Dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de êrîşên Dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên li dijî gelê Efrînê hatin şermezarkirin û wiha dom kir, ʺErdogan dixwaze ku Dewleta Osmanî (ya ku di nava 400 salî de gelek kuştin li ser gelê herêmê pêk anîne), vejîne. Em niha dibînin ku faşîzma Tirk a Toranî dixwaze ji nû ve hişmendiya Dewleta Osmanî vegerîne. Dewleta Tirk di vê plana xwe de xayînên herêmê mîna komên tunderew ên weke DAIŞ, ꞌArtêşa Azadꞌ,Ehrar El-Şam, Cebhet El-Nusra û …hwd, bi kar tîne. Dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze xeta şoreşê biguherîne û Sûriyê birûxîne."  

Gelê Keramê di daxuyaniya xwe de piştgiriya YPG/YPJ/QSDꞌê di berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de, kir. 

Piştre kampaniya komkirina alîkariyan ya di bin dirûşmeya "Na ji teslîmkariyê re, belê ji Berxwedana Serdemê re" de, ji bo gelê Efrînê hate ragihandin.

(dr)

ANHA