Rêveberiya Şehbayê alîkariya bi şêniyên Efrînê re didomîne

Meclîsa Rêveber a Kantona Şehbayê alîkardayîna bi şêniyên Efrînê re didomîne.

Rêveberiya Şehbayê alîkariya bi şêniyên Efrînê re didomîne
26 adar, 2018   12:33

ŞEHBA – Rêveberiya Kantona Şehbayê alîkardayîna bi şêniyên Efrînê yên ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker neçar mane warê xwe berdin, didomîne.

Di vê çarçoveyê de, Rêveberiya Kantona Şehbayê bi hevkariyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê, pakêtên xwarinê ji savar, şekir, birinc, rûn, çayê û hwd li sivîlên Efrînê belav kirin.

Li gorî rêveberên kantona Şehbayê, endamên rêveberiyê li gorî koman hatine dabeşkirin û alîkariyan pêşkêşî malbatên ku li gundên Til Qerah, Ihris, Wehşiya û Um El-Hoş hatin bicihkirin, dike.

(bb)

ANHA