Navenda Jinê li El-Xatûniye hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê navenda Meclîsa Jinê ya  Reqa û Gundewarên wê li herêma El-Xatûniye ya girêdayî Reqayê vekir.

Navenda Jinê li El-Xatûniye hate vekirin
Navenda Jinê li El-Xatûniye hate vekirin
Navenda Jinê li El-Xatûniye hate vekirin
Navenda Jinê li El-Xatûniye hate vekirin
Navenda Jinê li El-Xatûniye hate vekirin
26 adar, 2018   12:49

 REQA – Di merasîma vekirina navendê de, endamên Meclîsa Sivîl a Reqayê, meclîsên herîmî, nûnerên ciwanan, Meclîsa Jina Sûriyê û şêniyên  Reqayê amade bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê, gelek axaftin hatin kirin û vekirina navendê hate pîrozkirin. Her wiha di axaftinan de hate gotin ku pêwîste ev navend rola jinê di civaka Reqayê de pêş bixe.

Di heman demê de, ji rêveberên Komîteya  Jinê Feyroz Xelîl ji ajansa me re axivî û got ku bi rêya vê navendê ew ê jinan perwerde û rêxistin bikin, da ku bi rola xwe ya guncaw di her aliyên civakî de rabe.

Endama Meclîsa Jinên Sûriyê Meryem Mihemed jî da zanîn ku ev navend wê bibe cihê pêxistina jinê û derxistina wê ji tarîtiyê.

Piştî axaftinan, deriyê navendê hate vekirin.

(kc)

ANHA