Di keleha Cabir de parçeyên dîrokî hatin dîtin

Mûdîriyeta Tûrizm û Parastina Şûnwaran a Herêma Tebqayê di Keleha Cabir de 3 parçeyên şûnwarî dîtin.

Di keleha Cabir de parçeyên dîrokî hatin dîtin
26 adar, 2018   11:19

TEBQA - Mûdîriyeta Tûrizmî û Parastina Şûnwaran a herêma Tebqayê di keleha Cabir ya dîrokî  de 3 parçeyên şûnwarî ango bingehên aş  dîtin. Parçe birin mûzexaneya kelehê da ku nas bikin vedigere kijan serdmê.

Çeteyên DAIŞ‘ê û komên bi navê "Artêşa Azad" dema ku herêma Tebqayê dagir kiribûn, ji bilî stûnên aş her tiştên tê de talan kiribûn.

Li gorî niştecihên herêmê, beriya dagairkeran çeteyan, gorên dîrokî, peyker, parçeyên şûnwarî ku vedigeriyan hezarên salan hebûn.

Hevseroka Mûdîriyeta Tûrizmî û Parastina Şûnwaran a herêma Tebqayê Nicûd Bayir diyar kir ku ew parçe li jora kelehê hatin dîtin, mûdîriyetê bi hevkariya şaredariyê ew parçe rakirin û birin mûzexaneyê kelehê.

(bb)

ANHA